Zarokan ji bo hilbijartina dersa Kurdî bi helbesta Cegerxwîn bang kirin

14-01-2023
RÛDAW
Zarokan ji bo hilbijartina dersa Kurdî bi helbesta Cegerxwîn bang kirin
Zarokan ji bo hilbijartina dersa Kurdî bi helbesta Cegerxwîn bang kirin
Nîşan Dersa Kurdî Hilbijêre Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zarokên ku bûn mêvanê Rawîn Stêrk, bi helbesta Cegerxwîn peyamên xwe yên li ser girîngiya Kurdî dan.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta dê bi vê biryara nû heta 31ê Çileya 2023an bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Rûdaw jî xebatên li ser dersên bijarte yên Kurdî ji nêz ve dişopîne.

Karsaz û siyasetmedarê Kurd Nevzat Yeşilbağdan ku bi keç û biraziyên xwe re li stûdyoya Rûdaw TV ya Stenbolê bû mêvanê Rawîn Stêrk, li ser girîngiya ziman nirxandin kirin.

Yeşîlbagdan diyar kir ku divê kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û dibêje “Zarok dema bi kurdî diaxivin bi xwe bawer dibin. Kurdî di nav zimanên herî dewlemend ê cîhanê de ye, lewra zanîna Kurdî mirov dewlemendtir dike. Divê em zimanê xwe di hemû qadên jiyanê de bi kar bînin û belav bikin. Ez jî bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivim, ew li dibistanê û ji televîzyonê fêrî Tirkî bûne.”

Yeşîlbagdan destnîşan kir ku ziman veguhezkarê çandê ye û wiha berdewam kir “Ji ber ku li ser zimanê Kurdî polîtîkayeke giran a asîmîlasyonê heye, ez û hevjîna xwe bi giranî li ser vê mijarê sekinîn. Divê ziman neyê jibîrkirin. Dema ziman tê jibîrkirin, çand tê jibîrkirin, mirov tên jibîrkirin.”

Herwiha Yeşîlbagdan diyar kir ku Kurd miletekî qedîm ê van xakan in û gelek îcad kirine û wiha berdewam kir “Piştî îlankirina komarê polîtîkayên asîmîlasyonê dest pê kirin. Medreseyan girtin û miletê me wek miletekî paşverû nîşan dan.”

Ji zarokan peyam heye

Li aliyê din Nazdar, Zerya, Reyhan, Merziye, Bejna Delal û Mîran jî bi axaftinên xwe yên şîrîn reng dan bernameyê.

Mêvanên şîrîn yên bernameyê bi xwendina helbesta Cegerxwîn ya bi navê “Ziman” peyamên xwe yên li ser ziman dan:

“Vejêne zimanê xwe ey xwendevan,

Nebûye milet hîç kesek bê ziman

 

Zimanê me xoş û xeroş û ciwan

Eger baş bizanî tu nakî ziyan

 

Tu Kurmanciya xwe ji bîr nekî

Eger baş nizanî divê zêde kî”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst