Gumanbarê kuştina jina Sûrî li ser sînor hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Gumanbarê bûyera kuştina jina Sûrî ku li navçeya Sultangazi ser bi parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê hatibû kuştin li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê hat girtin.

Li gor agahiyan roja Şemiyê 14ê Çileya 2023an tîmên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Kilisê li ser agahiya ku dê birayê jina hatiye kuştin derbasî Sûriyê bibe dest bi operasyonê kirine û di encam de kesê bi navê Arif H. yê 22 salî hatiye desteserkirin. Herwiha ji bo kar û barên yasayî gumanbar bo dadgehê hatiye şandin.

26ê Mijdara 2022an li navçeya Sultangazi ser bi parêzgeha Stenbolê jina bi navê Hatice H. dema di himbêza wê de zaroka wê hebû rûbirûyê êrîşa kesekî hat û wî kesî bi çekê gule li serê wê da û piştî êrîşê gumanbar bi otomobîlê ji cihê bûyerê reviya bû.

Herwiha ligel hemû midaxeleyên pizîşkî jina birîndar li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dabû.