Li Mêrdînê qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û çalakiyên rûniştinê bo dema 15 rojan hatin qedexekirin.

Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Mêrdînê ragihand ku ji roja Şemiyê 14ê Çileya 2023an heta 28ê heman mehê bo dema 15 rojan hemû cor çalakî hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku PKKê ji bo xwepêşandan û çalakiyan ferman daye alîgirên xwe û biryara qedexekirinê bi armanca rêgirîkirina çalakî û xwepêşandanên alîgirên rêxistinê hatiye dayîn. Li gor daxuyaniyê, biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tên dayîn.

Qedexeya demdirêj li parêzgehên Bakurê Kurdistanê ji sala 2016an ve piştî hewla derbeya 15ê Temûzê hatiye ragihandin û her 15 rojan carekê bi berdewamî tê dirêj kirin. Li parêzgeha Mêrdînê herî dawî ji 14ê Mijdara 2022an heta 30ê heman mehê bo dema 15 rojan qedexe hatibû ragihandin.