Jînda ya 10 salî bi saya dersa bijarte fêrî nivîsandina Kurdî bûye

Colemêrg (Rûdaw) - Kampanya hilbijartina dersên Kurdî li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdwam e. Parlementerê Berê yê Colemêrgê Esat Canan dibêje “Ew bo Kurdan mafek e û ji bo Kurdan tiştekî gellek baş e. Pêwîste ku hemû ciwanên Kurdan zimanê xwe bi rêya perwerdê fêr bibin. Karekî baş e.”

Xwendekarên ku sala borî dersa kurdî hilbijartine jî êdî dikarin bi hêsanî pirtûkên kurdi bixwînin.

Yek ji wan xwendekaran jî Jînda ye. Jînda ya deh salî ye ji Gever a bi ser parêzgeha Colemêrgê ve. Jinda saleke ku li dibistaneke geverê dersa kurdî dixwîne û bi saya vê dersê jî dikare kurdî bi hêsanî bixwîne û binivîse.

Jinda xwendakareke serkeftî ye û wê di herdu ezmûnên dersa kurdî de sed puan bi dest aniye.

Xwendekar Jînda Çelîk dibêje “Em hefteyê 5 rojan 12 dersan dixwînin di pola Kurdî de em 25 heval in. Em dersa hejmaran û alfebe dixwînin em dizanin ka em ê çawa biaxivin. Ez dixwazim bibim mamosteya dersa Kurdî gellek baş e ku hin kesên din jî kurdî bizanin. Bila herkes Kurdî bizane, Kurdî zimanekî xweş e.”

Hemû parêzgehen Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li parêzgeha Colemêrgê jî proseya helbijartina dersa Kurdî dest pê kiriye û bang li xelkê tê kirin ku ji bo zarokên xwe dersa Kurdî helbijêrin.

Parlementerê Berê yê Colemêrgê Esat Canan got “Mijareke baş e, peyama min ew e ku hemû Kurd perwedehiya zimanê xwe bibînin. Ew bo Kurdan mafek e û ji bo Kurdan tiştekî gellek baş e. Pêwîste ku hemû ciwanên Kurdan zimanê xwe bi rêya perwerdê fêr bibin. Karekî baş e.”

Proseya helbijartina dersan dê heta 20 vê mehê berdewam e û prose li dibistanan bi rê ve diçe.