HEZKURDê li Nisêbînê 3 hezar belavok ji bo hilbijartina dersa Kurdî belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Hereketa Zimanê Kurdî û çalakvanên ziman, her roj xwe berdidin nava kolanên bajarekî û hem bi rêya belavokên agahdarkirinê, hem jî bi rêya axaftina rûbirû li gel niştecihên bajêr, balê dikşînin ser girîngiya zimanê Kurdî. Vê carê daketine nava kolanên navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve.

Endamên Hereketa Zimanê Kurdî , li kolanên navçeya belav bûne û belavokan ji bo hilbijartina dersa Kurdî belav dikin.

Nisêbîn û temamê navçeyên ser bi Mêrdînê ve, heta radeyeke baş ziman parasti ne û heta niha jî li kolan û bazaran dengê Kurdiyê serdest e.

Endamên Hereketa Zimanê Kurdî û çalakvanên ziman nêzîkî 3 hezar belavok belav kirine daku malbat ji bo zarokên xwe dersa zimanê Kurdî hilbijêrin.

Hejmarek ciwanên Kurd jî li dibistanan digerin û behsa girîngiya perwerdeya zimanê dayikê dikin û banga hilbijartina dersa zaraveyên Kurdî dikin.

Proseya serlêdana dersên bijarte 20ê vê mehê bidawî dibe. Malbat dikarin ji dibistanan formên navnivîsînê daxwaz bikin û di wan forman de dersên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî bo zarokên xwe hilbijêrin.

Mamostayekî zimanê Kurdî yê li parêzgeha Rihayê Abdurrahman Aydogdu  jî bi rêya Tora Medyayî Rûdawê banga xwe dike daku di zûtirîn dem de malbat serlêdanê bikin.

Kampanyayên ji bo dersa bijarte ya Kurdî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê  berdewam in.

Ligel hejmarek saziyên ziman, rêxistinên sivîl û partiyên siyasî, li ser medya civakî jî welatiyên ji pîşeyên cûda beşdarî kampanya dersa bijarte ya Kurdî dibin. Beşdarvan her çiqasî dubarekirina vê kampanyayê erênî dinirxînin lê daxwaz dikin ku bi awayekî yasayî di destûra bingehîn de zimanê Kurdî wek zimanê perwerdê bê qebûlkirin.