Li Dêrsimê partiyên siyasî banga hilbijartina dersa Zazakî li malbatan kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirên HDP û EMEPê yên Dêrsimê bang li malbatan kirin ku li dibistan dersa Kirmanckî/Zazakî li dibistanan ji bo zarokên xwe hilbijêrin daku zimanê wan ê dayîkê bijî.

Li dibistanên navendî û seretayî yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê serlêdanên ji bo dersên bijarte ev heftiyeke destpêkirine.

Beşek ji sazî û rêxistinan ji bo hilbijartina dersên bijarte yên bi zaravayên Zazakî û Kurmancî yên Kurdî di nav malbatên Kurd de kampanya dane destpêkirin, li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, eêvebirên HDP û EMEPê yên wî bajarî di vê çaroveyê de banga malbatên Kurd dikin.

Hevserokê HDPê yê yê Dêrsimê Ferhat Yildirim ji Rûdawê re axivî û got: “Divê dê û bav ji bo zarokên xwe girîngiyê bi zimanê xwe bidin. Di vê mehê de derseke hilbijartî jî heye, bila biryara dersa zimanê Zazakî bidin û zarok li dibistanê hînî zimanê xwe bibin. Di vê demê de geer yek-du kes tercîh bikin û gelek kes li zimanê xwe xwedî dernekevin, dê desthilatdarî bêjin 'me mafê dibistanê daye lê kes naxwaze vê dersê bibîne'. Ji bo vê jî divê li Dêrsimê dayîkê û bav û hemû kes bi cîran, xizm, ciwan û mezin re biçin dibistanan û beriya her kesî vê dersê hilbijêrin.”

Rêveberê Parêzgeha Partiya Kedê ya Dêrsimê Yaşar Çîçek ji bo hilbijartina dersa bijarte ya Kirmanckî bang li malbatan kir û got: “Em weke partiyeke sosyalîst ji bo maf û edaletê, ji bo kesên ku neheqî li wan hatiye kirin têdikoşin. Em vê têkoşîna li ser ziman jî didomînin. Hûn jî dizanin ev 10 sal in ku dersên bijart hene dihêle em li dibistanan bi zimanê xwe bixwînin.”

Yaşar Çîçek dilgiraniya xwe li hemberî hilnebijartina dersa Zazakî nîşan da û got: “Lê em çiqas zarokên xwe dişînin û çiqas dersên Zazakî hildibijêrin cihê nîqaşê ye. Ji bo ev ders were qebûlkirin, pêwîstî bi hejmareke xwendekar heye ku dersê hilbijêrin. Lê em dibînin ku li Dêrsimê tu kes ji bo zarokan vê dersa Zazakî hilnabijêrin. Zimanê me li zanîngehê tê xwendin û her sal sed xwendekart der diçin û dibin mamoste. Eger em ji bo zarokên xwe ve dersê hilnebijêrin ew mamoste dê neyên tayînkirin. Wê demê em dê çava vî zimanî fêrî zarokên xwe bikin? Li cîhanê, li Dêrsimê çend Zazaaxiv hebin divê ji bo vê hewl bide. Ev ziman bi hêsanî nehatiye van rojan. Hezar sal berê hebû, çima ev ziman bi carekê ji holê rabe, bila ev ziman winda nebe, ev daxwaza min e.”