Mîkaîl Bulbul: Dersa Kurdî destkeftiya têkoşîna Kurdan e, divê bê parastin

14-01-2023
RÛDAW
Nîşan Dersa Kurdî Zimanê Kurdî Mikail Bulbul Dersa Kurdî Hilbijêre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kordînetorê Weqfa Mezepotamyayê Mîkaîl Bilbil derbarê dersê bijarte ya Kurdî de ragihand ku destkeft gav bi gav têne bidestxistin, lewma divê Kurd li dersa Kurdî xwedî derbikevin.

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar ji bo sala perwerdehiyê ya 2023-2024an dê bi heta 31ê Çileya 2023an bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û vê daxwaza xwe bi rêya formên dersên bijarte bigihînin dibistanên xwe.

Derbarê dersa bijarte de di nav Kurdan de çend nêrînên cuda hene, hinek alî dibêjin dewleta Tirkiyê bi salan hebûna Kurdan û zimanê wan qebûl nekiriye û dixwaze Kurdan tenê bi dersa bijarte razî bi, lewma divê were boykotkirin. Aliyek jî heye dibêjin Di encama têkoşînêeke dûr û dirêj de di warê zimanê kurdî de hin gav hatine avêtin û mafên netewî jî gav bi gav têne bidestxistin lewma divê her derfet were bikaranîn û di vê çarçoveyê de piştevaniya kampanya bo hilbijartina dersa Kurdî dikin.

Kordînetorê Weqfa Mezepotamyayê Mîkaîl Bulbul ji Rûdawê re derbarê vê mijarê de weke xemxurekî ziman axivî: “Helbet ya dilê me dixwaze ew e ku mafê perwerdeya Kurdî ji dibistana seretayî heta doktorayê hebe û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Mîkaîl Bulbul diyar kir ku ji sala 2012an ve mafê dersên hilbijartî yên zimanê Kurdî heye û tevî gelek kes jê nerazî ne û boykot jî dikin lê dîsa jî heta niha di nava 10 salan de 260 hezar zarokan ev dersa hilbijartiye û got: “Ez nafikirim ku ev tiştek xirab e. Gelo divê Kurd vê yekê qaîl bin Na. Yên razî nabin rast dibêjin, yek ji wan ez im. Lê tiştên wiha hêdî hêdî çêdibin. Mînak vê yên cîhanî hene. Mesela di Katalan û Baskî de wisa bû. Bi 2 saetan dest pê kir, bû 4 saet û piştre perwerde hat dayîn. Ev pêvajo bi gelemperî bi vî rengî pêşdikevin. Atmosfer nerm dibe.

Tê bîra min TRT bi du saetan dest bi weşanî Kurdî kir, lê niha bûye 24 saet. Divê em jê qaîl bibin na, lê boykotkirin û redkirina tiştên wiha xelet e, divê gav bi gav were dîtin. Di dawiyê de ev dersa Kurdî bi saya têkoşîna Kurdan hat bidestxistin. Pêwîst e Kurd di aliyê siyasî de xwedî li vê derkevin. Ji ber ku ev destkeftiya tevgerên Kurd e, her tişt ev maf di encama têkoşîna Kurdan de hatiye bidestxistin ne ku dewletê xêra xwe daye.”

Bulbul herwiha tekez kir ku ji bo ku Kurdî ji dibistana seretayî heta doktorayê bibe zimanê perwerdehiyê divê her kes hewl bide û got: “Di vî warî de,  erê divê mirov razî nebe, lê di heman demê de, divê red jî neke.”

Kordînetorê Weqfa Mezepotamyayê di heman demê de bang li malbatên Kurdan kir ku bila herin dibistanan serlêdanê ji bo dersa Kurdî bikin.

"Metirsiyek pir cidî li ser kurdî heye"

Bulbul li ser pirsa bikaranîna Kurdî wek zimanê kuçe û bazarê jî got: “Pîvana herî girîng a ji bo zindîbûna ziman hejmara axêveran e. Ji sedî çend ji nifûsa wî zimanî diaxivin nîşanek pir girîng e. Niha jî gihandina ziman ji zarokan re derbeyek giran xwariye. Dema mirov ji gund û bajarên biçûk derbasî bajarên mezin dibe, bikaranîna Kurdî gelekî kêm e û metirsiyeke pir mezin li ser Kurdî heye. Lewma jî em bangawaziyê dikin. Ji aliyê pedegojîk ve jî pêşiya zarokan vedibe. Li aliyê din di encama asîmîlasyonê de zarok ji zimanê xwe şerm dikin û bê qîmet dibînin û ev rastî bi saya dersên li dibistanan tên şikandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst