Weşanxaneyên Kurdî piştgirî dan dersa bijarteya Zimanê Kurdî

14-01-2022
RÛDAW
Nîşan Weşanxaneyên Kurdî Abdullah Keskin Xalid Sadinî Behmen Dogu Dersa Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin derbarê kampanya waneyên bijartî yên Zimanê Kurdî de got: “Weke weşanxaneyekê em pabend in bi bexşîna 1000 pirtûkan bi taybetî pirtûkên zarokan eger mekanîzmayek bê danîn.”

Proseya tomarkirina navê zarokan ji bo dersên bijarte li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Pêvajoya hilbijartina dersên bijarte yên sala perwerdehiyê ya 2022-2023an li dibistanên amadeyî yên girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyê di 3ê Çileyê de dest pê kir û heta 21ê Çileyê berdewam dike. Ji xwendekaran û malbatên wan tê xwestin ku heya 21ê Çileya 2022an, rêveberên dibistanan ji dersên xwe yên bijartî agahdar bikin.

Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn ên polên 5-6-7 û 8an ji 3 heta 21ê Çile dikarin serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî wek dersen bijarte hilbijêrin.

Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn li ser jesabê xwe yê medya civakî got “Weke weşanxaneyekê em pabend in bi bexşîna 1000 pirtûkan bi taybetî pirtûkên zarokan eger mekanîzmayek bê danîn. Dersa bijarte ji bo Kurdan tam ezmûnek e, ne tenê ziman, ezmûna dilpakiyê ye jî.” 

Piştî peyama Rêveberê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskin ya li ser medya civakî nivîskar Xalid Sadini jî piştgirî da û diyar kir ku ewê weşanxaneyên Peywend û Lorya jî bi 2000 pirtûkên kurmancî û zazakî beşdarî vê kampînê bibin.”

Herwiha Sadinî ji bo kampanyayê bang li weşanxaneyên Nûbihar, Lîs, Sîtav, Wardoz, Dara û Na jî kir û wiha got “Başe hûn çi dibêjin?”

Rêveber û Xwediyê projeya  Bejan ku li cîhanê yekemîn lîstika kurdî ya zarokan e Behmen Dogu jî derbarê kampîna Zimanê Kurdî li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û got: “Em wek kompanyeya Erkamê bi armanca teşwîqkirina waneyên Zimanê Kurdî wek xelat 150 desteyên `Bejan fêrî Kurdî dibe` bidin.  Emê van xelatan bi rêya platformên Zimanê Kurdî ku navendê wan li  Amed û Êlihê ne bidin û ev desteyên ku em didin wek çavkaniyekê ye û ji 19 pirtûkan pêk tê.”

 

Rêxistinên taybet bi warê perwerde û ziman, civaka sivîl, partiyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê, çalakvan û akademisyenan kampanya piştgirîkirina xwendina bi zimanê Kurdî dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst