Samî Tan: Bi gilî û gazinan pirsgirêkên ziman çareser nabin

14-01-2022
RÛDAW
Zimanzan Samî Tan
Zimanzan Samî Tan
Nîşan Samî Tan Zimanê Kurdî Dersa Bijarte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan Samî Tan diyar kir ku bi gilî û gazinan pirsgirêkên ziman çareser nabin û ji bo zimanê Kurdî divê plansaziyeke zimanî digel polîtîkayên zimanî bê destnîşankirin û got “Ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî, divê zimanê Kurdî di dibistanê de normalîze bibe.”

Samî Tan ragihand zarokên ku bi du zimanî tên perwerdekirin di fêrbûna zimanê sêyemîn de jî baştir in.

Zimanzan Samî tan beşdarî bultena Rûdawê ya taybet bo Bakurê Kurdistanê bû û behsa pedagojiya zimanê dayîkê, pirsgirêkên li ser zimanê Kurdî û giringiya dersa bijarte kir.

Derbarê sûda perwerdehiya bi zimanê dayîkê ji aliyê pedagojîk ve Samî Tan got “Zarok pêşî perwerdehiya xwe ji malbatê û derdora xwe werdigre. Eger zarok bi zimanekî mezin bûbe pir hindik danehev û gencîna wî ya ji peyvan pêk hatiye, ji bo wê yekê dema bi zimanê ku ji malbata xwe wergirtiye perwerde bibe, ew agahiyên ku wergirtine tune nayên hesibandin û ji asteke bilind dest bi perwerdê dike. Lê eger zimanê wî yê dayikê yê yekemîn hate tepeserkirin, hingê ew zarok hem ji aliyê derûnî ve gelek nakokiyan dijî, hem jî asteke nizimtir dest bi perwerdê dike. Pêşî mecbûr dimêne zimanekî nû hîn bibe piştre dest bi perwerda xwe bike û agahiyên pêwîst bigre. Ji bo wê yekê jî zarokê ku bi zimanê dayîkê perwerde dibe, ji aliyê derûnî ve bi civakê re jî lihevhkirî ye, bi xwe re jî lihevkirî ye, kompleksên derûnî pê re çênabin û zûtir hîn dibin.”

Tan bal kişand ser giringiya pirzimanî û dibêje “Zarokên ku bi du zimanî perwerde dibin, di fêrbûna zimanê sêyemîn de jî hîn jêhatî û jîrtir in, di vî warî de di asta navnetewî de jî gelek lêkolîn hene. Cîhana nû jî ber bi wê yekê de diçe ku civakeke pirzimanî pêk bîne. Di vir de jî pêşî ew e ku zimanê ku ji dê û bavê xwe wergirtiye bikar bîne û perwerdehî li ser wê bingehê ava bibe.”

Sedema xemsariya Kurdan û ji bo rêgirtina xwe bi xwe asimlasyonê jî  Tan wiha got “Plansaziyeke dewletê hebû bi taybetî di avabûna komarê de, civakeke yek reng, yek çand, yek zimanî dixwest û ji bo wê yekê jî gelek polîtka meşand. Ji şîdeta fîzîkî bigre heta ancamên derûnî û vê yekê bandorê li civaka Kurd jî kir, bi taybetî hinek beşên civakê piştî demekê  bi awayekî sirûştî ji zimanê xwe derketin, ji zimanê xwe reviyan û zarokên xwe bi vî zimanî perwerde nekirin. Li hemberî vê yekê pêwîstî pê heye ku rewşenbîrên Kurd plansaziyeke alternatîf pêk bînin, ji bo ku vê polîtîkayê têk bibin.

Tenê bi gotin, gilî û gazinan tiştek naçe serî û tiştek çareser jî nabe. Ji bo wê yekê divê em jî rûnên, bernameya xwe ya plansaziya zimanî digel polîtîkayên zimanî destnîşan bikin û dest bi xebatê bikin. Gav bi gav plansaziyên polîtkayên dema kurt, dema navîn û dema dirêj çêbikin û li gorî vê xebatê bikin. Astengî hene lê eger bi rihekî sivîl û demokratîk ev xebat werne kirinê, wê encamê bigrin.

Di dawiya axavtina xwe de Samî Tan wiha bang kir “Ev ders girîng e ji ber ku bi taybetî divê zimanê Kurdî di dibistanê de normalîze bibe û ev gav dikare bibe bingeha xebateke xurttir ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst