Li Çiyayê Başîkê teqe li xaleke Pêşmerge hat kirin

14-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva bihorî li çiyayê Başîkê teqe li xaleke hêzên Pêşmerge hat kirin û Berpirsê Mihwera Başîkê ya Pêşmegre jî dibêje, “tenê 3 gule arasteyî xaleke Pêşmerge hatiye kirin û ti ziyanek nebûye.”

Berprisê Mihwera Başîk ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê, Mûsa Gerdî şeva Pêncşembê ji Rûdawê re ragihand, “sê gule arasteyî xaleke Pêşmerge hatin kirin, Pêşmerge jî bersiv daye û ti ziyanek çênebûye.”

Berprisê Mihwera Başîk ya Hêza Pêşmerge got jî, ew nizanin ew çekdar kî bûn û ser bi kîjan alî ve bûn, wan çekdaran “gule teqandine û piştre navçe bicih hiştine.”

Qezaya Başîkê dikeve bakurê bajarê Mûsilê, navenda bajêr di bin kontrola hêzên Iraqê de ye û xalên serbazî yên wan hêzan li wê derê hene, lê çiyayê Başîk û derdora wê di bin kontrola hêzên Pêşmerge de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst