TDKê bersiva Platforma Zimanê Kurdî da

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Zimanê Tirkî (TDK) bersiva Platforma Zimanê Kurdî (PZK) da û amaje bi wê kir ku dê xebateke wan a taybet bi zimanê Kurdî tune be.

Platforma Zimanê Kurdî roja 8ê Çileya îsal derbarê zimanê Kurdî de 10 daxwaz arasteyî Saziya Zimanê Tirkî kiribûn.

Serokê Saziya Zimanê Tirkî (TDK) Prof. Dr. Gurer Gulsevîn jî daxuyaniyek arasteyî Serokê Platforma Kurdî Şerefxan Cizîrî kir û bersiva wan daxwazên hatibûn kirin da.

Serokê TDKê behsa amadekirina ferhengekê kir û herwiha amaje bi wê kir ku ji aliyê saziya wan ve dê xebateke taybet bi zimanê Kurdî neyê kirin.

Li ser wan daxwazan Saziya Zimanê Tirkî spasiya xwe pêşkêş kir û got, “Avakirina teşkîlata Saziya Zimanê Tirkî, erk û berpirsiyarên wê, qadên xebatên wê yên sereke li gorî  10emîn madeya hejmara 664 ya Biryarên Di Hukmên Qanûnê de hatiye sazkirin. Saziya me xebatên xwe di çarçoveya ku di vê madeyê de hatiye diyarkirin dimeşîne.”

Serokê Saziya Zimanê Tirkî di bersiva xwe de behsa xebata bo ferhenga Kurdî-Tirkî kir û got, “Saziya me (TDK) hem ferhengên zimanê Tirkî hem jî ferhengên bi du zimanî çap dike û ji bo sûde jê wergirin pêşkêşî lêkolîneran dike; ferhenga Kurdî-Tirkî Tirkî-Kurdî jî yek ji van ferhengên bi du zimanî ye ku di sala 2014an de hatiye çapkirin. Spas ji bo nêrîn û pêşniyarên we.”

Ev yek di demekê de ye ku Platforma Zimanê Kurdî roja 8 Çileya 2021an li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê nameyek arasteyî Saziya Zimanê Tirkî kiribû û tê de ji bo pêşdebirina zimanê Kurdî çend daxwaz ji wê saziyê kiribûn.

Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî û ew daxwazên ku ji Saziya Zimanê Tirkî hatibûn kirin;

“Birêz Serok,

Erkdarên Hêja,

Em weke PZK (Platforma Zimanê Kurdî) dizanin ku TDK(Saziya Zimanê Tirkî) ji wexta ku hatiye damezrandin û heta nûha xebatên berfireh kirine. Ne tenê ji bo Tirkên Tirkiyê, xebatên ku ji bo Tirkên li Dinyayê hemûyan jî dike, em vê xebatê baş dişopînin. Lê ji bo Kurdan -ku her car ji aliyê rêvebirên dewletê ve weke hêmanên sazkerên Komarê hatine diyarkirin- heta niha tenê ferhenga Tirkî-Kurdî hatiyê weşandin. Em dixwazin bibêjin ku ev ne bes e.

Em di van salên dawî de, bi destpêka weşana TRT-KURDÎ, sêpana dersên bijarte yên Kurdî û li zanîngehan vekirina beşên Zimanê Kurdî weke gavên erênî dinirxînin. Lêbelê li hemberî vê, hîna mafên nasname û zimanê Kurdan; bi qanûnî û bi qanûna bingehî ve nehatiye pejirandin. Ev tevger; li têgehên weke wekhevî, dad û demokrasiyê li hevdû nake.

Ji xwe Kurd bibînin ku mafên wan ên nasnameyî tên pejirandin, wê hestên Kurdan ên wekheviyê li ser mafên mirovan û demokrasiyê bihêztir bibin. Hilbet nîyeta me nîne ku em ji pisporên ziman ên weke we re behsa giringîya ziman bikin –ku zimanêk eşkere nîşana herî giring a hebûna nasnameyî û çandî ye.- Armanca me li vir ev e ku em zimanê dad û wijdanê bidin peyivandin: Kurd dixwazin ku di hemû saziyên Komara Tirkiye’yê de xwe bibînin, Kurd dixwazin çalakîyên çandî yên ku bi zimanê xwe kirine, bi xwe bibînin. Bi hawayekî din ku em bibêjin; em dixwazin ku pejirandina hebûna xweyî nasnameyî û çandî bi çalakiyên çandî û bi taybetî jî bi zimanê xwe bibînin.

Parastina zimanê Kurdan, neqilkirina nifşên pêşerojê; mafê wanî herî sirûştî ye û em dixwazin bawer bikin ku ev, peywira bingeh a Dewleta Komara Tirkiye ye jî. Platforma me; bi xemgînî dişopîne ku Kurdî ji saziyên dewletê tê qewirandin, ji aliyê saziyên fermî ve li ser Kurdî berhemên zanistî nayên kirin, tiştên ku Kurd dixwazin bên kirin jî tên qedexekirin. Ji hemû gengeşîyên siyasî azade, ji bo ku Kurdî weke zimanê jiyanê û çandê bê pejirandin; em dixwazin ku li Sazîya Zimanê Tirkî, li ser zimanê Kurdî xebat bên kirin û ew berhem bi vî zimanî bên weşandin.

Em dixwazin ku xebatên Kurdî yên ku di bin saziya we de bên meşandin; ji pêvajoya jiyanê azade bin û domdar bin. Bi vî hawayî em dixwazin ku hûn dêhnê xwe bidin daxwazên me yên li jêr:

1- Li Amedê an jî li Enqerê şûbeyeke wenî Kurdî vebe, li navenda we şûbeyeke/kursîyeke Kurdî vebe

2- Bikarkirina pisporên Kurdî

3- Xebata ferhenga Kurdî ya berfireh

4- Xebata ferhenga Kurdî ya etîmolojîk

5- Xebata ferhenga Kurdî ya lêgerînî

6- Xebata ferhenga Kurdî ya “Biwêj û Gotinên Pêşîyan”

7- Weşandina ferhenga Kurdî ya dijîtal

8- Sazkirina Sempozyûma Kurdî ya navnetewî

9- Sê mehan carekê derxistina kovara “Rêzimana Kurdî”

10- Weşandina berhemên rêzimana Kurdî

Em, weke PZK (Platforma Zimanê Kurdî) amade ne ku di xebatên Kurdî de bi hevdû re bixebitin û hevkariyê bikin.”