HezKurd: HDP û HUDAPAR li hemberî Kurdî xemsar in!

14-01-2021
Nîşan HezKurd Dersa Kurdî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) ragihand ku ev hefteyek e, bi piştgiriya çapemeniya Kurda, saziyên zimên, dezgeh û komeleyên serbixwe û hin kesayetiyên serbixwe ji bo zimanê Kurdî û dersa bijarte ya Kurdî seferberiyek sergirtî hate destpêkirin, lê “HDP û HUDAPAR di vê mijarê de xemsar in.”

Hereketa Zimanê Kurdî bi daxuyaniyekê banga partî û saziyê Kurdan dike ku li hemberî zimanş Kurdî xemsar nebin û dibêje: “Xemsariya we ya li dijî zimanê Kurdî dibe sedema xemgînî û fikaran.”

Di daxuyaniya xwe de Hereketa Zimanê Kurdî dibêje: “Wek rayagiştî ya Kurd jî dizane, ev hefteyek e bi piştgiriya çapemeniya Kurda ya kedkar, miletê Kurd seferberiyek sergirtî ji bo Zimanê Kurdî ragihandiye. saziyên zimên, dezgeh û komeleyên serbixwe, hin kesayetiyên serbixwe û çapemeniya Kurd a hêja, ji bo dahatûya zimanê Kurdî xwe diperitînin. Daxuyanî, agahî, daxwaz û çalakî li pey hev du tên. Taybet jî mamosteyên zimanê Kurdî yên perwerdekirî, ji bo dengê xwe bigihînin civakê bê rawestan dixebitin. Lê mixabin, ev daxwaz û hêviyên rewa û mafedar ji aliyê baskê siyasî ve bersiv e û piştgiriyê nabînin.”

Em wek Hereketa Zimanê Kurdî diyar kir ku “ew bêdengî û xemsariya partî û saziyên Kurdan” napejirînin û rast nabînin û wiha pê de çû: “Eger siyaset guh nede daxwaz û hêviyên gel yên rewa, ew gav dê têk biçe. Lê em dizanin ku siyaseta rasteqîn û rewa, guhdayîna daxwaz û hêviyên miletê xwe ye. Bi vê yekê em dixwazin li şûna miletê xwe, hin daxwaz û rexneyên xwe bigihînin partî û saziyên ku di nava civakê de pêşeng û xwedî rol in. Tê zanîn ku, miletên ku hatine polîtîzekirin û baskên wan ên sivîl hatine şikandin, çavên wan tenê li aliyê siyasî dinêre. Dîsa tê zanîn, yên ku rojeva civakê diyar dikin û rê li ber wan vedikin partiyên siyasî ne.”

HezKurd amaje bi wê dike ku Partiya Doza Azad (HUDAPAR) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî zimanî Kurdî xemsar in û dibêje: “Mînak ku HDP, ji bo 1ê Gulanê sedhezaran mirovan li qadan kom dike. HUDAPAR jî ji bo Qudsê sedhezaran mirovan li Qada Amedê kom dike. Ev her du partî jî rastiya miletê Kurd in û di dilê sedhezaran însanan de cîh girtine. Lê mixabin ji bo alîgirên xwe yan jî ji bo tevahî miletê Kurd, di asta zimên de ti bersivê nadin daxwazên Kurdan. Divê ev rastî bi şêweyekî tund were rexnekirin. Ev rexneya me ne tenê ji bo her du partiyên ku me anîn li ser ziman, ji bo tevahî sazî û rêxistinên Kurdan e. Rexne û banga me jî tenê ev e; gelo daxwazên alîgir û endamên we, yên ji bo Zimanê Kurdî ne di rojeva we da ye? Bila bê zanîn ku, li gel van rexneyên mafedar, pêşniyarên me jî hene.”

Di daxuyaniya li ser navê Navenda Hereketa Zimanê Kurdî bi îmzeya Berdevkê HezKurdê Barij Celalî, Berpirsê Koordînasyona Navendî yê HezKurdêFevzî Bulgan û Berpirsê Dîplomasiyê yê HezKurdê  Fethûllah Elçî hate belavkirin de, ji bo bihêzkirina hişmendiya zimanî Kurdî, 9 xal weke pêşniyar hatine rêzkirin:

“1-Divê hemî partî û saziyên Kurdan, di têkiliyên dîplomatîk da û di dîyalogên navbera hev da, Zimanê Kurdî wek zimanê hevpar bi kar bînin.

2-Divê hemî sazî, partî û rêxistinên Kurdan, di bin banê xwe da mezûnên beşa Kurdolojiyê bidin şixulandin da ku handan ango teşwîqkirina vê beşê zêde bibe. Ku ev beş, ji bo dahatûya Zimanê Kurdî pir girîng e.

3-Di nava civakê da û bi taybetî jî di dema hilbijartinan da, divê teqez bi Zimanê Kurdî propagandeya xwe bikin. Wek tê zanîn ku, di vî warî da ti astengî li pêş partiyan nîne li Tirkiyê.

4-Divê di hevdîtinên we yên dîplomatîk û dîyalogên we yên bi sazî û rêxistinên navdewletî ra, teqez bi Zimanê Kurdî be û her tim wergêrên zimanê biyanî li gel we hebin.

5-Divê di bin banê we da komîsyonên zimên hebin û xebatên zanistî li ser zimên bikin. Ger komîsyonên we hebin jî, divê hûn wan komîsyonan aktîv/çalak bikin.

6- "Dersên bi Zimanê Kurdî yên jibare" ku her sal li dibistanan tê dayîn, divê hûn alîgirên xwe motive bikin û dersên Kurdî (Zazakî û Kurmancî) bi wan bidin jibartin.

7-Medya civakî, qad û navnîşana hemdemîn ya cîhanê ye. Divê di hemî parvekirinên li ser medya civakî xwe da, zimanê Kurdî were bikaranîn.

8-Divê ji bo Zimanê Kurdî, çalakiyên mezin yên girseyî werin li darxistin. Û di wan çalakiyan da, rewatî û girîngiya zimên ji bo gel were şîrove kirin. Da ku bigîhêjin hişmendiya zimên û mafê xwe yê rewa bi dest bixin.

9-Cihên ku hûn lê xwedî erk û xwedî dengin, divê hûn ji bo Zimanê Kurdî panêl, konferans û semîneran li dar bixin û hişmendiya zimên di nava civakê da berfireh bikin.”

Herwiha HerzKurd dibêje bila bê zanîn ku ew amadene bi şêweyekî xwebexş û bê şert û merc, li ser wan pêşniyarên li jor bi hemî dezgeh, partî û aliyan ra bikevin nava kar û xebatên hevpar û ew wek rêxistineke sivîl û rewa, soza vê yekê didin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst