Li Erzeromê tevgera geştyariya zivistanê zêde bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Ligel sistkirina tedbîrên xweparastina ji vîrûsa Coronayê, tevger li navendên geştyarî yên Erzeroma Bakurê Kurdistanê çêbûye. Piştî sê hefte bêdengî, careke din hejmara geştyaran li wê parêzgehê ber bi zêdebûnê ve çûye.

Navenda Geştyarî ya Palandokenê li parêzgeha Erzeromê nû hatiye vekirin û nêzîkî metreyekê berf lê kom bûye û wê yekê bala geştyarên zivistanî kişandiye.

Omer Akça, veberhênerê sektora geştyariyê dibêje:“Li Encûmena Wezîran berpirsên dewletê tedbîr sist kirin. Lewra ji niha û şûn de geştyar û kesên hez ji spora kaşûnê dikin di rojên betlaneya hefteyê de dikarin sporê bikin. Vê tevgereke baş bo sektora geştyarî ya Tirkiyê çêkiriye û em kêfxweş kirine. Vê sibê me bandora wê dît.”

Ligel derketina biryara sistkirina tedbîran, rasterast li otêlan cihgirtin ji aliyê geştyaran ve zêde bû. Herwiha ew geştyarên niha li deverê ne bi wê biryarê dilxweş in.

Ji ber sê hefte ye geştyar nikarin kêfê ji betlaneya hefteyê werbigirin, ku di nav wan geştyaran de navxweyî û biyanî jî hene.

Geştyarekî Rûs dibêje:“Dema du hefteyan e li vê derê me, betlaneya hefteya borî me nikarî derkevin. Lê ji niha û şûn de ti Şemî û Yekşemek sînardar nabe û dikarin derkevin derve. Zanyarî gehiştin me ku ji niha û pê ve her roj em dikarin spora kaşûnê bikin.”

Palandoken yek ji dirêjtirîn navendên kaşûnê ye li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Yarîzanên kaşûnê ji 2575 metreyan ve bo 2100 metre dadikevin.