Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Li Hewlêrê dîplomat û hêzên me baştir tên parastin

14-01-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, derbarê serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Hewlêrê û neçûna bo Bexdayê de ragihand, wî lewma serdana Hewlêrê kiriye çimku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekê baştir navendên dîplomatîk û serbazî yên Amerîkayê diparêze.”

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, David Schenker di konferanseke rojnamevanî de amaje bi serdana xwe ya herî dawî ya bo navçeyê û bi taybet serdana bo Hewlêrê û neçûna xwe bo Bexdayê kiriye û ragihandiye: “Min hest kir dikarim biçim Hewlêrê, ku li wê derê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekê bê mînak navendên dîplomatîk ên Amerîkayê û hêzên wê diparêze.”

David Schenker herwiha dibêje: “Min di hemû hevdîtinên xwe de ku li Hewlêrê kirin, sipasiya Kurdên Iraqî yên ‎hevbeşê me kir bo piştgiriya cîgir û berdewam bo me û min vekirî gotiye ku Amerîka ne li pey şer e û ‎Amerîka pêbendê aramkirina rewşê ye. Ligel hevbeşên xwe me behsa bihêztirkirina peywendiyên me ‎ligel Iraqê û bi diyarî ligel Kurdistana Iraqê kiriye. Em şanaziyê bi hevbeşiya xwe ya ligel Kurdên Iraqê ‎dikin û wan wek hevbeşê serekî bidestxistina armancên xwe li Rojhilata Navîn dibînin.” Herwiha behsa ‎wê yekê jî kiriye ku “Gotûbêjên me ligel Kurdan taybet bûn bi hevbeşiya stratejîk a navbera me ku ‎vedigere sala 1991an.”‎

Derbarê piştgiriya li Kurdistaneke serbixwe û twîtta senatorê Amerîkî Mark Robio de ku pirsîbû, ‘gelo ma niha ne dema piştevanîkirina li serxwebûna Kurdistanê ye’, David Schenker gotiye, “em wek Amerîkayê piştgirî li iraqeke yekgirtî dikin.”

Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê yê bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, roja Pêncşemê 09-01-2020 serdana Başûrê Kurdistanê kiribû û li gel her yek ji Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst