Şeş endamên Encûmena Şaredariya Sûrê ji kar hatin dûrxistin

14-01-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Şaredariya Sûrê Amed Qeyûm HDP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Sûra Amedê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, şeş endamên encûmena vê şaredariyê ku ser bi Partiya ‎Demokratîk a Gelan (HDP) ve bûne, bi hinceta ku derbarê wan de lêpirsîn heye, ji kar hatin dûrxistin.‎

Ew şeş endamên Encûmena Şaredariya Sûrê bi “endambûna rêxistinê” hatine tohmetbarkirin û derbarê wan de lêpirsîn ‎hatiye destpêkirin.

Ew endamên HDPyî yên Encûmena Şaredariya Sûrê bi biryara qeyûm ji kar hatine avêtin.

Hevserokên Şaredariya ‎Sûrê yên HDPyî Filiz Buluttekin û Cemal Ozdemir 21ê Kanûnê hatibûn girtin û li şûna wan qeyûm hatibû ‎danîn.‎

Ligel Hevserok Cemal Ozdemîr navê endamên encûmena şaredariyê yên ji kar hatine dûrxistin wiha ‎ne: Sevim Coşkun, Rûşen Tayfun, Halime Akyol, Mûrsel Erel û Yilmaz Eken.‎

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst