Li Akrê salane du milyon nêrgiz têne berhemanîn

Akrê (Rûdaw) – Nêrgizên Akrê weke nêrgizên herî navdar û bêhnxweş ên Başûrê Kurdistanê têne nasîn û li navçeya Akrê salane nêzîkî du milyon nêrgiz têne berhemanîn.

 

Ji destpêka salê heta Newrozê bazarên Akrê bi nêrgizan geş dibin û welatiyên Başûrê Kurdistanê ji bajarên cuda cuda ji bo kirîna nêrgizan berê xwe didin wê navçeyê.

 

Zikrî Usman ku di nav baxê wî de zêdetirî hezar nêrgiz heye û bêhtirî 10 sal e nêrgiz diçîne, ji destpêka serê sala nû ve dest bi çinîn û firotina nêrgiz dike heta dawiya meha Adarê.

 

Firoşkarê nêrgizan Zikrî Usman dibêje, ji ber ku ev demsal sar e, nêrgizên ku îsal çandine hêj ji bo jêkirinê dema wan maye.

 

Li gor amarên Rêveberiya Geştyariyê, nêrgiz salane nêzîkî 150 milyon dînar dahatê tîne ji niştecihên Akrê û gundên derdora wê.