Serokwezîr Barzanî sersaxî ji malbata Telhet Saman re xwest

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji malbat û kesûkarên Hunermend, derhêner û şanogerê Kurd Telhet Saman sersaxî xwest û dibêje ew bi koça dawî ya hunermedê Kurd gelek xemgîn bûye.

 

Hunermend, derhêner û şanogerê Kurd Telhet Saman êvarî îro Duşemê (14.01.2019) di temenê 74 saliyê de li Hewlêrê di bûyerek trafîkê de koça dawiyê kir.

 

Hunermedê navdar ê Kurd Telhet Saman bi dehan berhemên hunerî anîne û xwediyê 63 drama û berhemên şanoyê bû.

 

Şanoya Keleha Dim Dimê, Mem û Zîn, Şarê Awîn û Hemedok berhêmên ên herî zêde tê naskirin in.


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamek a sersaxiyê belav kir û têde dibêje: “Ez bi koça dawî ya şanoger û derhêner Telhet Saman xemgîn bûm. Sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevrêyên wî re dixwazim û hevxemê wan im. Xwedê bi rehma xwe şa bike.”


Barzanî herwiha diyar kir ku wî kedek mezin li paş xwe hişt.