Li Hewlêrê bavekî û kurê wî ji ber gaza sobeyê canê xwe ji dest dan

14-01-2019
RÛDAW
Nîşan Hewlê Bav Kur Gaz Sobe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Polîsê Hewlêrê Hogir Ezîz ragihand ku li komelgeha Pîrzîn bavekî û kurê wî ji ber gaza sobeyê jiyana xwe ji dest dane.

 

Hogir Ezîz ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku li komelgeha Pîrzîn a Hewlêrê bav û kurek ku di odeyekê de razayî bûn, ji ber gaza sobeyê canê xwe ji dest dan.

 

Ezîz eşkere kir ku tîmên polîs li cihê bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

 

Berdevkê Polîsê Hewlêrê amaje bi wê yekê jî kir ku hêj ne diyar e ku gelo ew bav û kur endamên din ên malbata wan hene, yan bi tena serê xwe dijîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst