Amed (Rûdaw) – Bi ragihandina rewşa awarte (OHAL) re li Tirkiyê û bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê her cûre çalakiyên meydanî hatin qedexekirin. Yek ji wan çalakiyan a Dayîkên Şemiyê ye.
Dayîkên Şemiyê 466emîn çalakiya xwe ya heftane saz kirin. Li Amedê çalakiyên heftane yên Dayîkên Şemiyê piştî ragihandina rewşa awarte li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ev 77 hefte ye hatiye qedexekirin. Dayîkên Şemiyê ku pêştir her hefte roja Şemiyê di saet 12:00an de li Parka Koşûyolûyê li dar dixist, niha ji ber rewşa awarte li avahiyên sergirtî li dar dixin.
Tenê li Amed û navçeyên wê jî 110 wendahî û derdora 2 hezar jî kuştinên kiryar nediyar hene. Li gor amarên komeleyên mafên mirovan ji sala 1980yan heta sala 2016an 7 hezar û 731 kes yan bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin ku hezar jê bê ser û bê şûn e. Wate hestî û termên wan jî nehatine dîtin. Hinek partî û sazî jî qala 17 hezar û 489 failê meçhûl û wendahiyan dikin.
Ji ber qedexeyan Dayîkên Şemiyê, xizmên wendahî û kiryar nediyaran çalakiyên xwe li avahiyên sergirtî bi rê ve dibin. Nezîre Baran a ku hevjînê wê Omer Baran di 14ê Çileya sala 1994an de li navçeya Çinar a Amedê hatiye wendakirin, tevî neviyê xwe yê bi navê Omer tevlî çalakiyê bûne.
Yek ji Dayîka Şemiyê Nezîre Baran ji Rûdawê re wiha got: “Li wê derê rewşa awarte OHAL kirin sedem em anîne xistine vê derê. Li vir jî be, ez li ser navê xwe dibêjim û gellek malbatên wekî min jî hene, em ê li pey doza xwe bin û kiryarên wan em ê derbixin. Em ê dest ji failê meçhûlan bernedin. Ji ber ku ew wisa bi rehetî neçûne. Dewletê ev yek kiriye. Hizbulah û cerdevanan bi fermana dewletê kirine.”
Di hefteya 466emîn a çalakiya Dayîkên Şemiyê de qala serboriya Abdulrezaq Erdogan hat kirin ku di sala 1999an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê di mala wî de ew kuştine.
Endamê Desteya Rêveber a ÎHDê ya Amedê Abdulselam Înceoren jî got: “Êdî cihê wendahiyên me eşkera bikin. Kêmanî em term û hestiyên mirovên xwe dixwazin. Tevî ku em qala hemû hûrgiliyên kuştiyên kiryar nediyar dikin jî ji bo eşkerakirina aqûbeta wendahî û kuştinên failê meçhûl heta niha ti gaveke girîng nehatiye avêtin. Bi ser de jî niha ji ber rewşa awarte 77 hefte ye çalakiyên meydanî yên Dayîkên Şemiyê hatine qedexekirin.”
Li gor amarên tomarkirî yên komeleyên mafên mirovan ji sala 1980î heta 2016an 7 hezar û 631 kes, di 9 mehên destpêka 2017an de jî 482 kes li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di binçavan de û bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin. Ji wan hezar jê wenda ne.
Berpirsê Komîsyona ÎHDê ya Wendahiyan Hasan Yalçin jî diyar kir ku li Amedê bi qasî 110 wendahî hene û wiha domand: “Ji xeynî wendahiyan kuştinên failê meçhûl ango înfazên derhiqûqî li Amedê tevî qezayên wê derdora 2 hezar kesan e. Ev tiştê ku me tespît kirine ev e.”
Çalakiyên Dayîkên Şemiyê di 27ê Gulana 1995an de li bajarê Stenbolê li ber Lîseya Galatasaray a Kolana Îstîklalê dest pê kir. Ev çalakiyana li Amedê jî di Çileya 2009an de dest pê kirin.
Nivîs: Aydin Bayram
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse