Melayê Ormiyê: Divê li nav bajêr de şahî neyê kirin!

 

Ormiye (Rûdaw) – Melayê Ormiyê û nûnerê rêberê Îranê li wî bajarî, seyîd Mehdî Qurêşî, şahî û dawet “li dijî sîstema civakî û pîvanên exlaqî û îslamî” da zanîn û ji rayedaran xwest, pêşiya wê yekê bigirin!

Nûnerê Xaminêyî li Ormiyê û pêşnimêjê xutbeya îniyê li wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê, seyîd Mehdî Qurêşî diyar kir ku li Ormiyê, ji ber şahî û dawetên ku li nav kolanên bajêr de tên kirin, sîstema civakî û exlaqê giştî ketiye metirsiyê!

Qurêşî rexne li rayedarên bajêr jî kir û got, ev yek hinek caran ji ber xemsariya rayedaran jî çêdibe û tiştên wiha ewqasî normal bûne ku êdî bûne beşek ji çanda giştî!

Wî melayê Îranê ji waliyê Ormiyê û rayedarên din ên bajêr xwest, pêşiya wan “çalakiyên ne îslamî” bigirin û rê nedin wê yekê.

Nûnerê Xaminêyî li Ormiyê her wiha ragihand, ji ber çavdêriyê êdî şahî û dawet li derveyî bajêr tên kirin û jin û mêr bi hev re tevlî wan şahiyan dibin, ev jî ne li gorî pîvanên îslamî ye.

Melayê Ormiyê hişyarî da û got, eger pêşiya wan tiştan neyê girtin dê encamên sosret bi xwe re bîne.