“Bijî Serok Apo” azad bû

Enqere (Rûdaw)- Duyemîn Dadgeha cezaya giran li Dîlokê (Antepê) derbarê 10 girtiyên ku li Newroza 2013an dirûşma "Bijî Serok Apo" avêtibûn, biryara serbest berdanê da.


Li gor medya Tirkiyeyê dozgeriya bajarê Edenê derbarê 10 welatiyên ku di Newroza 2013an de dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" dane, du doz vekirin û dadgeha cezayê ji salekê heta 5 salan ceza dabû.


Herwiha duyemîn Cezaya giran li Antepê biryara serbest berdana wan spart qanûna azadiya derbrînê, ku ew dirûşme dikeve nav wê qanûnê û biryara beatê da wan girtiyan.


Wek tê zanîn ew 10 girtî di bin navê ku wan propagenda partiyeke terorîst kirine, hatibûn girtin.