Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya şer eşkere kir

47 xulek berê
Nîşan Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şer Bîlanço
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand, “Li Tişrîn û Qereqozaqê 210 çete hatin kuştin. 8 şervan şehîd ketin.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku li Minbicê bi navbeynkariya Amerîkayê agirbest hatiye ragihandin lê komên çekdar êrişên xwe didomînin û Tirkiye jî ji bi çekên giran û ji hewayê ve piştgiriyê dide wan.

Li gorî nûçeya ANHAyê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê ev agahî dane:

 “Dewleta Tirk a dagirker a bi hewayê piştgiriyê dide çeteyan û bi balafirên bêmirov Bendava Tişrînê bombebaran kir.

Di encamê de zerereke mezin gihand bendavê.

Her wiha xalên hêzên me bi zêdetirî 160 carî bi balafirên bêmirov bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bi vê yekê hewl da berxwedana hêzên me asteng bike lê şervanên me bi taktîkên şerê nû derbên giran li çeteyan dan, kemîn ji wan re danîn û gelek çete tevî serçeteyan kuştin, tank û alavên wan ên leşkerî rûxandin.

Bi rihê înîsiyatîv û berxwedana dîrokî, şervanên me bi pêşengiya YPJyê sîng bi sîng li hemberî bi dehan çeteyan şer kir.

Di encama berxwedana hêzên me de hewldana kontrolkirina çeteyan a Pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê re têk çû.

Şervanên me planên wan ên qirêjî yên dizî û talankirina mal û milkên gelê Sûriyeyê têk birin.

Bi wê re plana dewleta Tirk a dagirker a kontrolkirina bendavê û bikaranîna wê wekî belgeyeke şantajkirina li dijî gelê me li tevahî herêmên Sûriyeyê têk çû.”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê “Bîlançoya şerê 3 rojan ên li Pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê” wiha eşkere kir:

“Hejmara kuştiyan: 142 çete li Bendava Tişrînê, 68 çete li Pira Qereqozaqê tevî 13 serçeteyan, bi giştî 210 çete hatin kuştin.

Birîndar: Bi sedan çete birîndar bûn.

Rûxandina erebeyên leşkerî: 28 erebe li Bendava Tişrînê û 11 li Pira Qereqozaqê, bi giştî 39 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Rûxandina tankên dewleta Tirk: 2 tank li Bendava Tişrînê û 4 li Pira Qereqozaqê, bi giştî 6 tank hatin rûxandin.

Xistina balafirên xwekuj: 5 balafirên xwekuj hatin xistin.

Rûxandina motorsîklêtan: Li Bendava Tişrînê 20 motorsîklêtên çeteyan hatin rûxandin.

“8 şervanên me şehîd ketin”

Di berxwedana lehengane de ku hêzên me li dijî van êrişan raber kiriye, 8 şervanên me şehîd ketin û 13 şervan jî birîndar bûn.”

Kom û komikên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan ji 27ê Çiriya Paşîn ve êrişî Minbicê dikin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihandibû ku şervan dê ji bajêr vekişin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sala 2016an Minbic ji DAIŞê rizgar kiribû.

Minbic bi ser parêzgeha Helebê ve ye û sala 2011ê bi kêmî 120 hezar kes lê hebûn, li gel koçberbûna niştecihên bajarê Helebê û navçeyên derdora wê hejmara wan bi ser 400 hezar kesî ket.

Nêzîkî ji sedî 25ê şêniyên Minbicê Kurd in û ji bilî Ereban, Tirkmen û Çerkez jî hene.

Li Minbicê 4 eşîrên mezin ên Ereb hene û kî desthilat be ew piştgiriya wan dikin.

Minbic dikeve rojavayê Çemê Firatê.

Li ser rêya serekî ya M4ê ye ku Rojavayê Kurdistanê bi Bakur û Rojavayê Sûriyeyê ve girê dide.

Nîşana hoz û eşîretgeriyê bi ser jiyan û helwesta Erebên Minbicê de zal e û ew li gorî berjewendiyên xwe yên darayî tevdigerin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst