Şandeya Fransayê û ENKS civiyan: ‘Divê Kurd yekdeng bin’

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke Fransayê îro li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê bi şandeya ENKSyê re civiya.

Li gorî agahiyên Rûdawê şandeya Fransayê gotiye, “Divê Kurd yekdeng bin da ku bihêztir bin û karibin mafên xwe biparêzin.”

Hat zanîn ku şandeya Fransayê û ya Encumena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) “diyaloga Kurdan” gotûbêj kiriye.

Şandeya ENKSyê ji serokê ENKSyê Silêman Oso û endamên desteya derokatiyê Mihemed Îsmaîl, Fêsel Yûsif, Fesle Yûsif, Nimet Dawûd, Zehre Ehmed û Ebdûlbarî Xelef pêk hatiye.

“Divê Kurd yekdeng bin”

Her du aliyan nêrînên xwe yên li ser diyaloga Kurdan anîn zimên û şandeya Fransayê got:

“Divê Kurd yekdeng bin da ku bihêztir bin û karibin mafên xwe biparêzin.”

Li gorî çavakaniyên Rûdawê, dê hinek civînên din jî bên kirin.

Divê were gotin ku şandeya Fransayê doh bi şandeya PYNKyê re civiyabû.