Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, mamosteyek di qezayekê de mir.
Bûyerê îro li Taxa Baglarê ya Midyadê rû da.
Li gorî agahiyan, mînîbusekê li mamoste Hatîce Taşpinarê xist ku ku dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe.
Hatîce Taşpinara 24 salî birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.
Bijîşkan hewl da ku midaxele bikin lê Mamoste Hatîce li nexweşxaneyê mir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse