Neşet Zaza: Em dixwazin Kurd bi şandeyekê biçin Şamê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza diyar kir ku ew dixwazin Kurd bi şandeyekê biçin Şamê.
Piştî ku Tehrîr El Şam ket Şama paytexta Sûriyeyê paşeroja Sûriye û Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin û meraqkirin.
Akademîsyen Dr. Ferîd Sedûn beşdarî bultena Rûdawê bûbû û destnîşan kiribû ku şandeyeke Fransa û Amerîkayê bilez gihîşte Rojavayê Kurdistanê û bi PYNKyê re civiya.
Ferîd Sedûn diyar kiribû şandeyê ji PYNKyê xwestiye ku yekser bi ENKSyê re dest diyalogê bike.
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza îro bû mêvanê bultena Rûdawê pirsên Nalîn Hesenê bersivandin.
Neşet Zaza ji Rûdawê re ragihand ku danûstandinên wan ên li gel Amerîkî û Fransayê dest pê kirine û got:
“ENKS û şandeya Fransayê di civînê de ne û dê danê êvarî encamên civînê werin eşkerekirin.”
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza ji Rûdawê re ragihand:
“ENKS her tim xwe wekî berpirsê miletê xwe dibîne û bi diyaloga Kurdî-Kurdî re ye.
Metirsî û gef li ser gelê Kurd hene û ji hemû aliyan tê xwestin ku herêmên xwe biparêzin û bi yek lêvegera siyasî biçin Şamê û daxwazên gelê Kurd di Destûra nû ya Sûriyeyê de biçespînin.”
Neşet Zaza tekez dike ku ENKS dixwaze Kurd bi şandeyekê biçin Şamê û eger bi yek dengî biçin ew dê xurttir bin.
Derbarê nakokiyên di navbera ENKS û PYNKyê yên li ser pêkanîna şandeyeke hevbeş de Neşet Zaza da zanîn:
“Nakokiya me ya herî sereke hebûna PKKyê ye û pêwîst e berî ku herin Şamê divê helwesta xwe bikin yek û PKK ji Rojavayê Kurdistanê derkeve.”
Serokê Encûmenên Xwecihî yên ENKSê ragihand ku divê PYD li xwe û li siyaseta xwe vegere.