Blinken û Fîdan civiyan: ‘Em nahêlin desthilata PKKyê li Sûriyeyê hebe’

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ragihand ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re mijarên Sûriye û Xezeyê gotûbêj kirine.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, doh çû Tirkiyeyê û heman rojê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir.

Blinken îro jî bi Hakan Fîdan re hevdîtinek kir û her du wezîran piştî hevdîtinê civîna hevbeş a medyayê saz kir.

Serokê Dezgeha Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin li Şamê paytexta Sûriyeyê ye.

Ew li gel Serokê Desteya Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî li nav bajêr digere.

Tirkiye dixwaze bingeha xwe li Sûriyeya nû bihêz bike.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê piştî civîna li gel hevtayê xwe yê Amerîkayê ya li Enqereyê bi zelalî behsa armanca welatê xwe ya li Sûriyeya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got:

“Du mijarên me yên girîng û bilez, Sûriye û Xeze hebûn.

Em dikarin ji bo yekîtî, yekparçeyî û serweriya Sûriyeyê çi bikin?

Em bi hûrgilî li ser van axivîn. Bi taybetî li ser aramiya li Sûriyeyê, bicihnebûna terorîzmê û ji bo ku DAIŞ û PKK li wê derê nebin desthilat.”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê du roj in ku li Tirkiyeyê ye û birêvebiriya Biden hewl dide di rojên dawî yê desthilata xwe de aloziya li Sûriyeyê bi yekcarî çareser bike.

Serîrakirina komên di nav HSDyê de û komên nêzîkî Tirkiyeyê Washington nîgeran kiriye.

Ew şer û pevçûn bûne sedema kêmbûna elektrîkê û xizmetgûzariyên ji bo 400 hezar kesên li Kobanî û Minbicê.

“Girîngiya berdewamiya hewlên li dijî DAIŞê”

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî anî ziman:

“Me behsa girîngiya berdewamiya hewlên li dijî DAIŞê kir.

Her du welatan jî karekî zêde kiriye û qurbanî dane ji bo ku careke din ew gef serî raneke.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî di encama şerê Sûriyeyê de ku dawî li desthilata Beşar Esed hat, zêdeyî milyonek kesî koçber bûne ku piraniya wan li bakurê Helebê bûn.

Alîkarê Serokê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê Dmitri Medvedev anî ziman:

“Bendewarî ji bo parastina yekgirtina Sûriyeyê gelekî qels e, ji bo ku nûnerên hemû xelkên ji aliyê olî ve cuda ne, nikarin bi hev re bijîn.

Ti kes nikare bersiva vê pirsê bide, çawa berjeweniyeke hevbeş di navbera Sunî, Şîe, Elewî, Durzî û Xirîstiyanan de bê dîtin.”

Amerîka û Tirkiye li ser pirsa desthilat û bandora HSDyê ya li Sûriyeyê nakok in lê her du alî jî tekezî li wê yekê dikin ku divê hikûmeta nû hikûmeta hemû gelê Sûriyeyê be.