Komên çekdar gundên Til Temirê topbaran dikin

16 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Til Temir HSD Komên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike çend caran gundên Til Temirê topbaran kirin.

Li gorî agahiyan, gundên Um Kef û Til Tewilê yên li rojavayê bajarokê Til Temirê ji aliyê Komên çekdar ve hatin topbarankirin.

Tel Temir dikeve kantona Cizîrê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Berî 4 rojan jî heman herêm hatibû topbarankirin.

Li Minbicê û derdora wê di navbera HSD û komên çekdar ên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de agirbest hat ragihandin.

Odeya Operasyonên Fecr Huriye ya Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike di daxuyaniyekê de ragihand, agirbestê dest pê kiriye û heta 16ê mehê dê berdewam bike.

Roja 8ê Kanûna Pêşîn, Heyeta Tehrîr El Şam gihîşt Şamê û dawî li rejîma Beşar Esed hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst