Li 14 deverên Şirnexê qedexe hat ragihandin

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şirnex Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê û navçeyên wê 14 dever 15 rojan ji çûnûhatina welatiyan re hatin qedexekirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li 14 dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hat ragihandin.

Li gorî biryarê, li wan deveran ji 12ê Kanûna Pêşînê heta 26ê Kanûna Pêşînê, di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariyê hişyarî da

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî daye welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.

Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.

Bi vê biryara parêzgariyê gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe li wan diçêrîne.

Artêşa Tirkiyeyê di van demên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst