Rêveberiya Xweser Peymana Civakî pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê “Peymana Civakî” ya ku wekî "Destûra Bingehîn" tê binavkirin, pejirand.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro 91emîn civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di civînê de “Peymana Civakî” ya ku çend roj berê ji aliyê Komîteya Berfireh a Saziya Peymannameyê ve hatibû pêşkêşkirin û wekî "Destûra Bingehîn" tê binavkirin pesend kir.

Di civîna ku li salona civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê hate lidarxistin de, Desteya Serokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser û nûnerên meclîsên zagonsaz ên 7 herêman amade bûn.

Alîkarê Serokê Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser Yasir El Silêman 134 xalên Peymana Civakî yek bi yek xwend û ji aliyê beşdaran ve hatin nirxandin.

Li gorî daxuyaniya li ser malpera fermî ya Rêveberiya Xweser, di dawiya civînê de Meclîsa Giştî Peymana Civakî pejirand.

Peymana ku Rêveberiya Xweser wekî "Destûra Bingehîn" pênase dike, wê ji roja ku derketiyê bikeve meriyetê.

Di peymanê de herwiha biryar hat dayîn ku di dema guhertina pêkhateyên îdarî de dadgeheke ku dê "Peymana Civakî" biparêze bê avakirin.

Dadgeh wekî "Dadgeha Destûra Bingehîn" ya Rojavayê Kurdistanê tê qebûlkirin.

Daxuyanî hat dayîn

Li aliyê din endamên Meclîsa Giştî, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser û endamên Meclîsa Edaletê li ber avahiya Meclîsa Rêveber hatin cem hev û daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliyê Alîkara Hevseroka Giştî Fatme Xelîl, Hevserokê Meclîsa Giştî Ferîd Etê û Alîkarê Hevserokatiya Meclisa Rêveber Gabriyel Şamun ve bi 3 zimanan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku peymana nû ya "Peymana Civakî" ya ku ji aliyê Komîteya Berfereh a Peymana Civakî ve di encama hevdîtinên bi gel û pêkhateyan re li herêmên Cezîre û Firatê hatiye amadekirin, ji aliyê meclisa giştî ve hat qebûlkirin û deng li serê hatiye dayîn û hatiye pesendkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku komîteyeke berfireh a ji 158 kesan pêk tê li bajarê Hesekê kom bûye, biryar daye ku komîteyek teng a ji 30 kesan pêk tê ava bikin da ku qanûna Peymana Civakî binirxînin û ji nû ve sererast bikin û di encamê de rêziknameya ku zêdeyî 6 meh in xebat li serê dihat meşandin ji bo nîqaşê pêşkêşî lijneya mezin hatiyekirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Li ser vê yekê di navbera 4 û 7ê Kanûna Pêşîna 2023yan de li avahiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya bajarê Reqayê civînek hate lidarxistin.

Di civînê de li ser çêkirina qanûna dawî ya Peymana Civakî lihevkirinek hat kirin.

Di encama wê de şeklê dawî yê reşnivîsa peymana civakî hate derxistin. Ev reşnivîs pêşkêşî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin da ku ji ali yê endamên wê ve û bi beşdarbûna nûnerên meclisên zagonsaz ên rêveberiyên xweser û sivîl ve were erêkirin û bi vê yekê peymana civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate erêkirin.”