Li ser Bircên Amedê pankarta serkirdeyên Kurd hat daliqandin

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Bircên Amedê Şêx Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî heqaretên li Şêx Seîd hejmarek welatiyan posterê ku beşek ji rêber û pêşengên Kurd tê de cih digirin bi Bircên Amedê ve daliqandin û li ser nivîsîn, “Ez Kurd im, nemir im.”

Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hinek kesan pankarteke ku wêneyên beşek ji serkirde, pêşeng û rêberên gelê Kurd tê de cih digirin li ser Bircên Amedê yên nêzîkî Meydana Şêx Seîd daliqandin.

Di pankartê de kesayetên Kurdan ên wekî Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Leyla Qasim, Seyîd Riza û Musa Anter cih digirin û li ser hatiye nivîsîn: “Ez Kurd im, nemir im.”

Piştî ku ew pankart hat daliqandin hejmareke zêde ya welatiyên Kurd ew dîmen li ser hesabên xwe yên tora civakî belav kirin.

Piştî ku navê pêşeng û rêberê gelê Kurd Şêx Seîdê Pîran li rêyeke Amedê hat kirin, Şêx Seîd rastî heqaretên nijadperest, Kemalîst û beşek ji aliyên çep ên Tirkiyeyê hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst