TEVGER careke din çalak dibe: ‘Em dê xeta neteweyî di mêjî û dilan de xurttir bikin’

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) ya ku sala 2018an biryara “pasîfbûnê” dabû dê careke din dest bi çalakiyên xwe bike.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) ya ku sala 2012yan li Amedê hatibû avakirin çalakbûna xwe bi daxuyaniyekê ragihand.

Herwiha Serokê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) Roger Çager jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

“Em dê xeta neteweyî ji nezelaliyê paqij bikin”

Serokê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) Roger Çager li ser biryara destpêkirina çalakiyan got:

“Îro li Bakûrê Kurdistanê rewş ji 5 sal berê xirabtir e. Êdî rêxistin û şexs û aliyên qaşo Kurd di bin navê neteweyîbûnê entegrasyonê difiroşin miletê me.

Xwe bi Kurd û Kurdistanîbûnê bi nav dikin lê dibin dûvikên entegrasyonparêzan. Xeta neteweyî û entegrasyonê tevlîhev bûye û wek hev xuya dikin.

Me jî di van şert û mercan de bi armanca zelalkirina xeta neteweyî û entegrasyonê ji hev û zelalkirina mêjiyan biryar da ku careke din çalak bibin.

Em dê hewl bidin ku xeta neteweyî ji nezelaliyê paqij bikin û di mêjî û dilan de xurttir bikin.

Bi vê armancê û bi vê minasebetê em bangî hemû ciwanên Kurd û Kurdistanî dikin ku em di vê rêye de mil bi mil bimeşin.”

Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) sala 2010an wek grûbeke ciwanan a bi navê Ciwanên Kurdistanê dest bi xebatên xwe kir.

Piştî demekê di encama civîna xwe ya giştî ya sala 2012an bi navê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) xebatên xwe domandin.

“Di dîroka Tirkiyeyê de saziya yekemîn a ku bi fermî bi navê Kurdistanê hatiye damezrandin”

Serokê Tevgera Ciwanên Kurdistanê (TEVGER) Roger Çager herwiha anî ziman:

“Girîngiya komeleyê ew bû ku di dîroka Komara Tirkiyeyê de saziya yekemîn bû ku bi navê Kurdistanê bi awayeke fermî hate damezrandin.

Ji ber ku di navê komeleya me de ‘Kurdistan’ heye em ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ve hatin tehdîdkirin ku hemû damezrêner bi cezayê heta hetayê werin darizandin.”

Roger Çager li ser biryara “pasîfbûna” TEVGERê jî got:

“Li Bakurê Kurdistanê şerê xendekan dest pê kir û rêya têkoşîna legal xitimî, diviya yan em bibûna îlegal an rêbazeke nû peyda bikira yan jî me xebatên xwe ji bo wê demê bi dawî bikirana.

Îlegalbûn di wan şertan de nebû tercîha me û em ne amade bûn ji bo wê jî. Me rêbazeke nû jî peyda nekir lewma me biryara pasîfbûnê da.”