Efrîn - Çekdarekî jinbira xwe kuşt

13-12-2023
RÛDAW
Nîşan Efrîn Çekdar Jinbir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna dagirkirî ya Rojavayê Kurdistanê çekdarekî jinbira xwe kuşt.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku jineke bi navê Fadya Hemûd êvara 10ê Kanûna Pêşînê li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê ji aliyê tiyê xwe yê çekdar ve hat kuştin.

Fadya Hemûda ku hatiye kuştin, jinebiyeke Erebên hawirde ye ku li Efrînê dijî.

Ew dayika 4 zarokan bû. Tiyê wê ji bo mîratê, li kolanê li ber çavên xelkê ew kuşt.

Tiyê wê yê ku çekdarekî Grûpa Hemzatê ye û ji eşîra Imêrata Ereb e, ji aliyê Polîsên Sivîl ve hate girtin.

Li aliyê din, 9ê vê mehê jî li ser rêya Efrîn-Ezazê cenazeyê jinekê hatibû dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst