Parêzerê ciwan ê Amedî xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Sîdar Omer Îçgîlê 25 salî ku li ser Baroya Amedê qeydkirî ye xwe kuşt.

Baroya Amedê têkildarî xwekuştina Sîdar Omer Îçgîl peyamek weşand.

Li gorî nûçeya Bismil Haberê, li taxa Talaytepeyê ya navçeya Peyasê ya Amedê, parêzerekî 25 salî yê ku hîn stajyer bû, xwe ji avahiya ku lê dijiya avêt.

Hat diyarkirin ku li ser xwekuştina Sîdar Omer Îçgîl lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li aliyê din hat îdiakirin ku “pirsgirêkên derûnî” yên Sîdar Omer Îçgîl hebûne.

Ji Baroya Amedê peyama sersaxiyê

Baroya Amedê piştî xwekuştina Îçgil peyama sersaxiyê weşand.

Baroya Amedê di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê tora civakî belav kir de got:

“Em ji ber wefata Parêzerê Stajyer Sîdar Omer Îçgîl xemgîn in. Rehma Xwedê li hevkarê me be, em sersaxiyê ji xizmên wî yên xemgîn û civaka xwe re dixwazin.”