KOBANÎ - Pirsgirêka sotemeniyê her ku diçe mezintir dibe

13-12-2023
Xalid Cemîl Mihemed
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Mazot Sotemenî Gêlo Îsa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê pirsgirêka dabînkirina sotemeniyê berdewam e.

Herêma Kobaniyê, wekî hemû navçe û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê, ketiye bin bandora rewşa aloz û zehmetiyên peydakirina pêdiviyên jiyana rojane.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyeyê Gêlo Îsa ku bi xwe ji Kobaniyê ye li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Gêlo Îsa ragihand ku pirsgirêka sotemeniyê ne tenê li Kobaniyê li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê heye.

“Bombebarana Tirkiyeyê zerer gihand rafîneyên petrolê”

Herwiha Îsa sedema vê rewşê bi nebûna rafîneyan ve girê da û wiha got:

“Kompanyayên mezin derbasî Rojava nabin da ku bikarin bi hêsanî sotemeniyê derxin. Ev pirsgirêkek e. Pirsgirêkeke din heye, ew jî nearamiya herêmê ye.

Herêm bi giştî rojane rûbirûyî terorê ye û li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê di şer de ye. Ev jî bandora wê heye.

Meha borî, Tirkiyeyê santralên petrol û elektrîkê kirin armanc. Vê yekê zerer gihande saziyên ku alavên petrolê derdixin.”

Daketina lîreyê Sûriyeyê

Her ku diçe lîreyê Sûriyeyê nirxê li hemberî dolarê Amerîkî ji dest dide. Niha her dolarekî Amerîkî bi 14 hezar û 500 lîreyê Sûriyeyê ye.

Gêlo Îsa ji Rûdawê re da zanîn, “Lîtreya mazota germkirinê ya malan bi 325 lîreyên Sûriyeyê ye.

Lîtreya mazota çandiniyê bi 525 lîreyên Sûriyeyê ye.

Ji bo otomobîl û makîneyên din, mazot bi kartê tê dayîn û her 10 rojan carekê 50 lître mazot werdigirin.

Her lîtreyeke mazotê bi 2 hezar û 150 lîreyên Sûriyeyê ye. Mazota azad jî bi 4 hezar û 300 lîreyan e.”

“Ji her demê bêhtir pêwîstiya Kobaniyê bi mazotê heye”

Îsa wiha berdewam kir, “Îro pêdiviya Kobaniyê bi dehan caran ji berê bêhtir bi sotemeniyê heye.

Ji ber ku li Kobaniyê di serdema borî de, yan jî berî şoreşê, kêmî hezar makîne hebûn.

Îro li gorî amarên ku ji aliyê Saziya Desteya Veguhêzê ve hatine tomarkirin, bêhtirî 40 hezar makîneyan li Kobaniyê hene.

Ev hemû jî pêwîstiya wan bi sotemeniyê heye. Li aliyekî din jî, li Deşta Kobaniyê yan jî ku wekî Deşta Sirûcê dihate naskirin berê bê av bû.

Lê ji 3-4 salan ve, ew dever avî bûye, xelk jî çandiniyê li ser dike û mazot ji wan re pêwîst e.”

Gêlo Îsa diyar kir ku ji ber zêdebûna otomobîlan û zeviyên çandiniyê û nearamiya herêmê, berawird bi salên borî, bi dehên qatan pêwîstiya Kobaniyê bi sotemeniyê heye.

Herwiha Îsa red dike ku bazara reş li Kobaniyê hebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst