Hewlêr (Rûdaw) – Bendava Kayacikê ya Dîlokê bi masiyên mirarbûyî tijî bûye.
Li Bendava Kayacikê ya li navçeya Tilbişarê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, masî ji ber sedemeke nediyar mirar dibin û bi ser avê dikevin.
Welatî ditirsin ku nexweşî li nav ajelên wan ên kedî jî belav bibe.
“Mirina masiyan me ditirsîne”
Welatî Cumalî Korogulari li ser mirina masiyan got:
“Berî mehekê jî 3-4 masî mirar bûbûn lê ne zêde bûn. Ji 20 rojan û vir ve zêde bûne. Her roj masî dimirin û bêhna wan, me gelekî aciz dike.
Mirina masiyan bi rastî me ditirsîne. Dibe ku kûçik û pisîkên me jî wan bixwin û ew jî bi newxeşiyê bikevin.”
Welatiyên li herêmê dixwazin ku rojekê pêş de sedema mirarbûna masiyan bê diyarkirin û tedbîrên pêwîst werin wergirtin.
“Evqasî ne zêde bû”
Welatiyê bi navê Yunus Emre Yaşar jî anî ziman:
“Me berê tiştekî wiha nedîtibû. Berî çend salan jî tiştekî wiha qewimîbû lê ne evqasî zêde bû.”
Li ser giliyê welatiyan tîmên Saziya Çandinî û Daristanan a Dîlokê çû bendavê û ji bo pişkînînê nimûneyên masiyan birin laboratuwarê.
Piştî lêkolînan dê sedema mirarbûna masiyan diyar bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse