Li Erdexanê ji ber berf û qeşayê barhilgir di rê de asê man

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berf û qeşayê 5 barhilgir di rê de asê man.

Li herêma Serhedê li Bakurê Kurdistanê ji ber barîna berfa zêde û daketina pileyên germayê welatî di rêyan de man asê. Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfa zêde û qeşayê gelek barhilgir di rê de asê man.

Derengê şeva 12ê bo 13ê Kanûnê li ser rêya navbera parêzgehên Erdexan û Qersê li nêzîkê gundê Goleberg ji ber barîna berfê, mij û daketina pileyên germê û qeşayê, çend barhilgir di rê de man asê û nekarîn li ser rêya xwe berdewam bin.

Piştî demekê, 5 barhilgirên ku di rê de mabûn asê bi alîkariya tîmên Rêveberiya Rêyan bi otomobilên kar rêya wan hat vekirin û dest bi rêwîtiya xwe kirin.