PSK: Bikaranîna madeyên hişbir li ser paşeroja me gef e
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Bayram Bozyel bikaranîna madeyên hişbir metirsiyeke mezin li ser zarok, xwendekaran li Amedê çêdike. Bozyel dibêje: “Di roja îroyîn de hemi tax, kolan, dibistan; ciwan û xwendevanên me bûne hedefê metirsîya narkotîkê. Zarokên me ku paşeroja me ne, li himber bazirgan û çeteyên narkotîkê bê ewle ne.”
Serokê Giştî ya Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Bayram Bozyel di konferanseke rojnamevanî de derbarê metirsiya madeyên hişbir li Amedê ragihand, di van salên dawî de Tirkiyê bûye bazareke serbest û bazirgan bi azadî tev digerin.
Bayram Bozyel diyar kir ku Tirkiyê weke welatekî transît bo madeyên hişbir tê bikaranîn û got: “Hinek madeyên hişbir jî êdî li Tirkiyê bi aşkere têne çêkirin û hinek made jî ji ber ku erzan in, bi hesanî di nava xelkê de belav dibin û vê yekê metirsiyeke mezin li ser zarok, xwendekaran li Amedê çêdike.”
Daxuyaniya PSKê wiha ye:
“Werin em bi hev re xwedî li zarokên xwe derkevin.
Di van salên dawî de Tirkiye ji bo bazirganîya narkotîkê bûye bazarekê serbest/bêbac. Mafyayên navdewletî û tacirên narkotîkê di vê welatî de bi rehetî tevdigerin. Tirkiye ji bo hemî baziganiya hişbiriyê wek welatekî transît tê bikaranîn. Hinek cureyên narkotîkê jî êdî li Tirkiyê di labarotuvaran de bi eşkere tê çêkirin û tê firotin.
Ji van maddeyên hişbir ên ku herî zêde tîryakîbûnîyê peyda dike Metamfematin e û ji ber ku erzan e zû belav dibe. Ji ber ku li bazarê hebên erzan pir zêde ne, mirov bi hêsanî digîhîn madeyên narkotîkê. Lê xesara ku peyda dikin gelek mezin e.
Di roja îroyîn de hemi tax, kolan, dibistan; ciwan û xwendevanên me bûne hedefê metirsîya narkotîkê. Zarokên me ku paşeroja me ne, li himber bazirgan û çeteyên narkotîkê bê ewle ne. Yên ku dikevin nav lepên bazirganên narkotîkê jehrî dibin û gav bi gav ber bi mirinê ve diçin. Çeteyên narkotîkê roj bi roj mezin dibin û çek hildigirin. Mal nemane ku ev çete li wan hikum nekin. Malbat li himber van talukeyan neçar in.
Karanîna narkotîkê li her derê Tirkiyê bi lez belav dibe. Lê herî zêde li nav civatên feqîr ên bêhêvî bi bandor e. Yên ku bi hişbiriyê jehrî dibin hevjinên xwe dikujin, zarokên ku hişbirê bikar tînin întîxar dikin, dê û bav ji bo zarokên xwe li ber dibistan û nexweşxaneyan nobedarî dikin. Emrê kesên hişbirkêşan daketîye 10-12 salan.
Li Kurdistanê rewş hîn metirsîdar e
Rêjeya karanîna hişbirîyê li Tirkiyê sedî 3ê ye, ev rêjê li Kurdistanê li ser sedî 10yê ye. Yek ji bajarê ku herî zêde di bin talukeya hişbirîyê da ye Amed e. Sedemên vê yekê yê bingehîn xizanî û bêkarî ye. Mirov kar nabînên, nikarin debara xwe peyda bikin û zarokên xwe xwedî bikin. Nifusa ciwanan bi lez zêde dibe. Malwêranîya aborî û civakî ya encama şer û pevçûnên 40 salên dawî hêvîya ciwanan a jibo paşerojê zehif kiriye.
Li gor lêkolînan madeyê hişberê herî zêde li taxên Sur, Şehitlik, Rezan, Kaynartepe û Yenikoyê tê bikaranîn. Di kesên hişberê bikar tînên da mêyla întîxarê zêde dibe. Tenê di van salên dawî li Farqînê 20 kesî zêdetir întîxar kirine. Zarokên ku madeyê hişberê bikar tînin bi nexweşîyên derûnîyê dikevin û yan întîxar dikin yan jî hev dikujin. Her wisa çeteyên hişbirê ciwanan bi hev didin kuştin. Zarokan hem wek firoşker bikar tînîn, hem jî difiroşin didin wan.
Her wisa li gor salixan, ji çaran sisîyê rûniştinên mehkemeyên Amedê ji dosyayên hişbirê pêk tên. Darizandinên dosyayên hişbirê birêk û pêk birêve naçin. Yên tên girtin di demekê nêzig da tên berdan û kiryarên xwe yên qirêj didomînin. Wek nimune li Diyarbekirê di vê meha paşîn da jiber firotina hişbirê 2330 kes hatine girtin, lê ji vana tenê 200 kes hatine tewqif kirin, yên din tev hatine berdan.
Pir eşkere ye ku ev tablo li ber çavên hêzên dewletê diqewime. Hêzên dewletê li gelek cîyan yan hilberîn û taciriya hişbirîyê teşwîk dikin, yan jî çavên xwe digrin. Di dawîyê da jî gelek kesên ku vî karî dikin wek sîxur bikar tînin.
Bi gotinekê din zarok û paşeroja me di bin xeterekê mezin da ne. Karanîna hişbirîyê li himber gelê me wek komkujîyekê demdirêj tê bikaranîn.
Nabe ku em li himberê vê tehdîda rizandin û tunekirin a li dijê gelê me bê deng bimînin.
Em tenê dikarin bi seferberîyekê giştî û bi rihekê neteweyî bi vê talukê ra serî derkevin. Jibo parastina zarok û paşeroja me xeynê hevkarîyê tu riyekê din tune ye. Em bangê hemî rêxistinên sîyasî, dezgeyên sivil, ode, baro, sendîqe û komeleyên mehelî dikin, daku em di platformek muşterek da werîn ba hev û li himberê tehdîda hişbirîyê têbikoşin.
Hîna ku dereng nebûye divê em tevgerin. Hîna ku paşeroja me reş nebûye, werin em bi hev ra xwedî li zarokên xwe derkevin.”