HSD û Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke hevbeş pêk anîn

13-12-2022
RÛDAW
HSD û Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke hevbeş pêk anîn
HSD û Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke hevbeş pêk anîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Antî Terorê (YAT) yên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê di operasyoneke hevbeş de ku li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîn, serkiryeke û 2 çekdarên din DAIŞê girtin.

HSDê li ser malpera xwe ya fermî dîmenê wan çalakiyan belav kir û got, bi êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê re, şaneyên DAIŞê ketin tevgerê û hewl dan êrişên êrişên terorê dijî deverên cuda wekî Dêrezor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.

Li gor daxuyaniyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî şaneyên DAIŞê yên li bakurê û rojhilatê Sûriyê 3 operasyon pêk anîne.

HSD dide zanîn ku hêzên taybet ên wan li Hol, Til Hemîs û Dêrazorê serkirdeyek û 2 çekdarên DAIŞê girtin û dest bi ser hejmareke zêde ji çekên bi wan re de girtin.

Li gor daxuyaniyê şaneyên DAIŞê ketin tevgerê û hewl dan êrişên “êrişên terorê” dijî deverên cuda wekî Dêrazor, Hol û Til Hemîsê pêk bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst