Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Tirkiyê yê li Hewlêrê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mehmet Mevlut Yakut kir û di hevdîtinê de behsa li pêşxistina peywendîyên dualî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Sêşemê 13yê Kanûna 2022yan pêşwazî li Konsulê nû yê Tirkiyê li Hewlêrê Mevlut Yakut kir û bi boneya destpêkirina erka xwe ya nû pîrozbahî li wî kir.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di hevdîtiê de ji ber destbikarbûna Konsulê nû yê Tirkiyê hêviya serkeftinê jê re xwest û piştgirî û alîkariya xwe nîşan da.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku Yakut jî xweşhaliya xwe ji bo destnîşankirina wî weke Konsulê Giştî yê welatê xwe li Hewlêrê nîşan da û hêvî kir ku bikare pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de bi pêş bixin.
Li gor daxuyaniyê dawî pêşhatên navçeyê bi giştî û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş, mijareke din a civînê bûn.