Li Kobanî ji ber êrîşên Tirkiyê 19 dibistan hatine girtin

13-12-2022
RÛDAW
Nîşan Kobanî Rojava Topbarana Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ji ber êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê 19 dibistan ji 461 dibistanên li wê herêmê hatine girtin.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê ku navenda wê Kobanî ye, di daxuyaniyekê de ragihand ku li Kobanî li nêzîkî sînor ji ber êrîşên Tirkiyê 19 dibistan hatine girtin, lewra bi sedan xwendekar ji xwendinê bêpar mane.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê navê 16 gundan rêz kiriye û ragihandiye, di encama êrişên dawî yên artêşa Tirkiyê de, dibistanên gundên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Xerbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, Ziyaretê, Boban, Beyade, Çilxilo û Koranê yên seretayî hatine girtin.

Ji ber êrişan, dibistana gundê Koranê yê li rojhilatê bajarê Kobanê bi temamî hilweşiyaye û zirarên mezin gihîştiye dibistanên din.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir Cerade diyar kir ku li ba desteyê tu alternatîf bo berdewamkirina proseya perwerdeyê tune ne û tekez kir, dema vekirina dibistanan hîna diyar nebûye.

Li gor heman çavkaniyê, ji 20ê Mijdarê ve dibistanên gundên eniyên şer ên nêzîkî sînor ji ber êrîşên Tirkiyê hatine girtin.

Tirkiyê ji 20ê Mijdara îsal ve êrîşeke nû ya esmanî û bi topxaneyê bo ser navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dest pê kiriye ku heta niha didome.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst