Kompaniyên Kuweytî yên ku li Efrînê ji bo Erebên hawirde xaniyan çêdikin hatin qedexekirin!

Hewlêr (Rûdaw) - Kuweytê projeyên xaniyan yên ku ji aliyê Tevgera Birayên Misilman û rêxistinên din ve li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ji bo Erebên hawirdê tên çêkirin qedexekir.

Hat ragihandin biryara ku Wezareta Derve ya Kuweytê ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî re şandiye, tê de diyar kir ku êdî dê destûrê nedin kompaniyên ku li Sûriyê xaniyan çêdikin.

64 rêxistinên Kuweytî li Sûriyê di bin navê rêxistina alîkariyên mirovî de kar dikin. Hin ji van kompaniyan bi avakirina xaniyan ji bo Erebên hawirde li Efrînê dibin sedema guhertina demografîk.

Serokê Platforma Efrînê Xilosî Omer beşdarî bultena Rûdawê bû û di derbarê mijarê de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Xilosî Omer diyar kir ku ji bo rawestandina xebatên van rêxistinan hewldaneke mezin didin.

Omer behsa xebatên xwe yên li ser vê mijarê kir û dibêje “Nêzîkî salek berê me li Berlînê heyetek ava kir ku bi Balyozxaneya Kuweytê re têkilî deynin.”

Serokê Platforma Efrînê radgihand “Hin kesên ku di destpêka şoreşa Sûriyê de ji Kuweytê reviyane Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê, ji bo guhertina demografiya Efrînê kar dikin. Karên xwe bi rêya rêxistinên girêdayî Tirkiyê dikin. Me agahiyên arşîvê yên li ser vê mijarê pêşkêşî Balyozxaneya Kuweytê ya li Berlînê kir.

Rêxistinên ku wek rêxistinên alîkariyên mirovî kar dikin, lîsansa karsaziya xwe ji Tirkiyê wergirtin, lê wan ji rayedarên Kuweytê veşart ku ew bi Tirkiyê re dixebitin. Me Balyozxaneya Kuweytê agahdar kir ku li Efrînê çi dikin.

“Malbatên çekdaran li xaniyên ku ji bo penaberan hatine çêkirin tên bicihkirin”

Xilosî Omer da zanîn ku malbatên çekdaran li xaniyên ku ji bo penaberan hatine çêkirin tên bicihkirin û wiha axivî “ev rêxistinan bi hestên penaberan dilîzin û digotin ku ew alîkariya penaberan dikin. Malbatên endamên komên çekdar li xaniyên ku ji bo penaber û bêkesan hatine çêkirin tên bicihkirin.

Balyozxaneya Kuweytê li Berlînê ragihand ku ev dosya gelek girîng e û ew li ser kar dikin û dê vê dosyayê bigihînin Hikûmeta Kuweytê. Rayedarên Balyozxaneyê 2 meh berê bi telefonê agahî dan me ku li ser dosyayê dixebitin.”

Li aliyê din Omer diyar kir ku hin Kuweytiyên ku van karan dikin ew in ku ji Hikûmeta Kuweytê reviyane wiha got “Pereyên ku Hikûmeta Kuweytê û hin dewletên din ji bo avakirina xaniyan ji bo penaberan şandine, ji Tirkan re tê şandin. Nêzîkî 10% ji vî pereyî ji bo armanca xwe tê bikar anîn. Bi vî pereyî tiştên baş nayên kirin. Rêxistinên li dijî Kurdan tên fînansekirin.”

Li aliyê din Omer behsa birrîna daran a li Rojavayê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku ew li ser vê mijarê dixebitin. Li Rojavayê Kurdistanê jî birîna daran didome. Her çiqas li ser daran nexweşî tunebe jî bi hêsanî tên birîn.

Di mehên dawîn ên havînê de, ji bilî niştecihan, li komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û li Ereb û Tirkmenên ku ji derve anîne, zeviyan li wan belavkiribûn.

Wekî din, komeleyek ku navenda wê li Stenbolê ye, xaniyên nû ji bo Erebên Sûrî li Efrînê bi alîkariya Filistîniyan hatine çêkirin.