MSD: Destêwerdana Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêj dike

13-12-2022
RÛDAW
Nîşan MSD Elî Rehmûn Êrişên Tirkiyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) Elî Rehmûn ragihand ku destêwerdan û gefên Tirkiyê li ser Sûriyê temenê krîza wî welatî dirêj dike û got: "Em niha kar li ser avakirina desteyekê dikin daku bikaribe serpereştiya çareseriya siyasî li welat bike." 28ê Mijdara borî, MSDê daxwaz kiribû ku diyaloga Sûrî-Sûrî aktîv bibe.

Endamê Desteya Serokatiya MSDê Elî Rehmûn ragihand ku gefên Tirkiyê temenê krîza Sûriyê dirêj dike û dibin rêgir li ber çareseriya siyasî, bi taybetî eger Trikiye gefên xwe yên derbarê pêkanîna operasyoneke bejahî de li bakurê Sûriyê cîbicîh bike, dê navçe rûbirûyê bêserûberiyê bibe û krîz vegere ser xala sifrê. Rehmûn got “Li Sûriyê çareseriya serbazî qet biser nakeve, tenê bi rêya siyasî li gor biryarên navdewletî krîz çareser dibe ku niha MSDê kar bo wê dike.”

Endamê Desteya Serokatiya MSDê tekez kir ku niha ew kar bo avakirina desteyeke siyasî derbarê çareseriya siyasî de li Sûriyê dikin, daku civaka navdewletî û welatên peywendîdar vê çareseriya siyasî li ser hikûmeta Sûriyê û welatên navherêmî ku destêwerdanê di karûbarên welêt de dikin ferz bikin.

Di 24ê Mijdarê de jî, Hevserokê Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSDê Riyad Derrar gotibû, armanca gef û êrîşên Tirkiyê yên berdewam bo ser bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, gûrkirina hestê neteweyî ye bo pêkanîna armancên Erdogan di hilbijartinan de.

20ê Mijdara borî, artêşa Tirkiyê dest bi operasyona (Penc-Şûr) dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê kir, di encam de 59 kesan canê xwe ji dest dabûn û bi dehan jî birîndar bûbûn, hevdem çend saziyên petrolê û nexweşxane û dibistan jî wêran kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst