Şivan Perwer: Pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî dikim

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Şivan Perwer bi boneya sazkirina Kongreya Diyaspora Kurdî li Hewlêrê spasiyên xwe pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî kir û got: “Em wek Kurdistaniyên li derveyî welat pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî û li kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikin. Ev xewna hemû Kurdistaniyên li derveyî welat bû ku remzeke neteweyî, me hemûyan di bin sîwanekê de bicivîne.”

Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê Şemiyê 4-5ê Kanûna 2021an Kongreya Konfedrasyona Diyasporaya Kurd hat sazkirin.

Hunermedê navdar ê Kurd Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi boneya sazkirina Kongreya Konfedrasyona Diyasporaya Kurd peyamek belav kir û pîrozbahiyên xwe pêşkeşî Serok Mesûd Barzanî kir.

Şivar Perwer di peyama xwe de dibêje: “Em wek Kurdistaniyên li derveyî welat pîrozbahiyê li Serok Mesûd Barzanî û li kongreya Konfederasyona Revenda Kurdistanî dikin û destxweşiya hemû kesên ku ji bo serkeftina vê gava dîrokî û nîştimanî xebitîne dikin. Ev xewna hemû Kurdistaniyên li derveyî welat bû ku remzeke neteweyî, me hemûyan di bin sîwanekê de bicivîne û bîne ba hev. Em ji we daxwaza berdewamiya piştgirî û hevkariya li vê rêxistina pîroz û neteweyî dikin ku kevirê bingehê bi çavdêrî û beşdariya Serok Barzanî hatiye danîn dikin.

Em careke din destxweşiyê li we hemûyan dikin. Her hebin ji bo Kurd û Kurdistanê.”

Serok Mesûd Barzanî di kongreyê de gotarek pêşkêş kiribû û tekezî li ser doz û xebata rewa ya gelê Kurd kiribû û gotibû, “Gelê Kurdistanê ti caran rêya şer hilnebijartiye, lê eger hatibe neçarkirin, berevanî li xwe kiriye, berevanîkirin jî mafekî rewa ye, berevaniya gelê Kurd berevaniya man û nemanê ye... ti caran Kurd neçûne ser axa ti kesî û teda li ti kesî nekirine, lê her tim amade bûne û amade jî dibin ji bo berevaniya li man û nemana xwe.”

Serok Barzanî daxwaz ji diyaspora Kurdî kiribû ku van xalan li ber çav bigire:

-Divê diyaspora Kurdî xebateke ciddî bike ji bo xwebirêxistinkirin û komkirina hemû dilsoz û welatparêzan di bin sîbera alaya pîroz a Kurdistanê de

-Rêzgirtin li yasa û rêsayên wan welatên ku tê de dijîn û xwedûrgirtin ji her karekî nerast û dijî yasa

-Hana ciwanan bide ji bo xwendin û xwegihandinê, perwerdeya zarokan ji bo dîrok, ziman û çanda xwe, nabe bê jibîrkirin

-Pêkanîna peywendiyên dostane li gel hemû diyasporayên miletên din ku li gel we li wî welatî dijîn

-Hewleke ciddî bê dayîn ji bo bidestxistina zêdetirîn dostan bo gelê Kurdistanê û hewldan bo wê ku piştevaniya we bikin ji bo naskirina hemû wan jenosîdên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin, ji ber ku pêwîst e parlamento û xelkê wan welatan, guvaş li welatên xwe bikin bo naskirina wî mafî bo gelê Kurdistanê. Ji ber ku gelek hewl li gel hikûmetan hatine dayîn, lê mixabin heta niha ew bersivdayîn nebûye, vê yekê pêwîstî bi guvaşa parlamento û xelkê wan dewletan heye. Hûn jî dikarin roleke gelek sereke bibînin

-Piştevaniyê li ezmûna Herêma Kurdistanê bikin ku mixabin heta niha metirsiyeke gelek mezin li ser Herêma Kurdistanê heye. Mixabin berî çend rojan li navçeya Germiyan û duh (03/12/2021) li Mexmûrê, terorîstn çendîn welatî û Pêşmerge şehîd kirin. Ev jî wê rastiyê nîşan dide ku hê jî metirsiyeke mezin li ser Herêma Kurdistanê heye. Ez li vir xelkê Kurdistanê piştrast dikim ku tola şehîdan dê bê hildan û xwîna şehîdan vala naçe.