Li Qamişlo 130 telefon hatin dizîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 130 telefonên IPhone hatin dizîn ku bihayê wan dike 225 hezar dolar.

Xwediyê kompanyayê I-VIEW ya Mobilan li Qamişlo Jiyan Silo ji Rûdawê re got,  130 telefonên IPhone 13 hatine dizîn û heta niha diz nehatine girtin.

Jiyan Silo da zanîn ku roja pêncşema borî 2 dizan deriyê dikana wan şikandine û 130 mobilên IPhone 13 ku nirxê yekê ji wan hezar û 500 dolar in û 20 mobilên Samsung S-21 dizîne.

Xwediyê wê kompaniyê got, bihayê telefonên ku hatine dizîn nêzîkî 225 hezar dolarî ne û hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê dest bi lêkolînê kirine, lê heta niha nasnameya dizan eşkere nebûye.