EFRÎN - Çekdar bacê li ser cotkarên Kurd ferz dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku çekdarên grûpa Hemzat yên girêdayî Tirkiyê bacê li ser cotkarên gundên Kurd ferz dikin.

Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê ragihand ku çekdarên Grupa Hemzat yên girêdayî Tirkiyê bacê li ser cotkarên Kurd yên gundên Birc Ebdalo, Basûtê û Kurzêlê yê ser bi bajarokê Şêrawa ve ferz dikin û bi zorê pereyan ji wan distînin yan destê xwe datînin ser bax û bistanên wan ên fêkî û zeytûnan.

Li gor heman Rêxistinê, çekdarê bi navê Abû Cabir ku serkirdeyekî grupa Hemzat e, 4 hezar dolar wek bac li ser welatiyê bi navê Elî Xalid ferz kiriye, tevî ku Elî Xalid gilî li cem serkirdeyê giştî yê wê grûpê, Seyif Ebû Bekir tomar kiriye lê bi gefa çekan û kuştinê, neçar maye wan pereyan bide.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê dibêje tevî ku ev demek e komîteya bi navê "Vegrandina Mafê Sitemlêkiriyan" karê xwe li Efrînê dike lê heta niha tenê ji %5ê mal û milkên xelkê bajarokê Şiyê yên ku ji aliyê çekdaran ve hatibûn dizîn, hatine vegerandin.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi sedan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

'Li Efrînê rêjeya Kurdan ji %96 daket %15'

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê di derbarê binpêkirinên li Efrînê de amar belav kiribûn û ragihandibû, beriya êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê, rêjeya xelkê Kurd li Efrînê ji %96 bû, lê niha ew rêje daketiye ji %15an.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kiribû, beriya niha li Efrînê 25 Hezar Kurdên Êzdî hebûn lê niha hejmara wan daketiye 2 hezar kesan.

Li gorî van amarên ku hatine belavkirin, ji sala 2018an ve, 686 kesên sivîl li Efrînê hatine kuştin, û 96 ji wan jin bûne, ku 7 jin di encama destdirêjî û êşkenceyê de jiyana xwe jidest dane.

Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê dibêje, piştî hatina hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê, 71 jin rastî destdirêjiyê hatine kirin.

Herwiha ji roja dagirkirina Efrînê ve, bi berdewamî xelk tê revandin, ji xwediyên wan pare têne xwestin û dema ku pare neyê dayîn, hinek ji wan kesên revandî têne kuştin.