Firokeyên Tirkiyê Şingal û çiyayê Qereçûxê bombebaran kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê ragihand ku firokeyên şer ên Tirkiyê li Şingalê û çiyayê Qereçûxê pêgehên PKKê bombebaran kirin

 

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji Rûdawê re ragihand: “Firokeyên şer ên Tirkiyê rojavayê çiyayê Şingalê bombebaran kirin. Bombebaranan devera Bara û çend cihên din kirin armanc, lê hêj ziyanên ku derketine holê nayên zanîn.”

 

Mehma Xelîl got: “Ew bombebaran di berjewendiya xelkê Şingalê de nînin. Pêwîstiya Şingalê bi aramiyê heye û ev bombebaran di demekê de ye ku em bi merasîmên ola xwe ve mijûl in.”

 

 

 

Herwiha Kampa Mexmûrê ku awareyên Bakurê Kurdistanê têde dijîn, hat bombebarankirin.

 

Qaymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed dibêje ku dengê teqînên bihêz hatine bihîstin û "peywendiya me bi kampê re qut bû".

 

Rizgar Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Li gor zanyariyên ku gihiştine me, dengekî bihêz ê teqînê di nav kampê de hatiye bihîstin û peywendiya me bi kampê re qut bû. Binkeya Polîsê Mexmûrê hewl da ku bi kampê re têkeve têkiliyê, lê nekarîn.”

 

Şahidekî bûyerê ji Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand ku di encama bombebarana Tirkiyê ya ser kampa awareyên Bakurê Kurdistanê ya Mexmûrê de heta niha 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û 5 kes jî birîndar bûne.

 

Herî dawî di 06-12-2017an de firokeyên şer ên Tirkiyê kampa Mexmûrê bombebaran kiribûn û di encamê de şeş kesan canê xwe ji dest dabûn.