Awareyên Mesîhî ne amade ne vegerin cih û warên xwe

13-12-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Aware Mesîhî Xirîstiyan Kurdistan
A+ A-

Silêmanî (Rûdaw) – Tevî ku deverên wan hatine kontrolkirin, bi sedan malbatên Xirîstiyan hêj li Kurdistanê aware ne û ji ber tinebûna xizmetguzarî û ewlehiyê, venagerin deverên xwe yên li deşta Neynewayê.

 

Welatiyên Xirîstiyan ji ber tirsa neseqamgîrî û bêşiyana nûjenkirina xaniyên xwe nikarin vegerin ser mal û milkên xwe. Hejmarek ji wan li Silêmaniyê di kabîneyên gerok de ne û hêviya vegerê dikin.

 

Jineke aware diyar kir: “Ez hêvî dikim hemû xelkê dever û taxa min vegerin. Ez dixwazim ji bo nûjenkirina xaniyê xwe vegerim, ez li vir namînim. Lê kes li wir tine. Hemû wê derê bi cih hiştine. Hinek ji wan li Enkawa û hinek jî li Zaxoyê xanî girtine. Her yek li cihekî ne.”

 

Hejmara wan awareyên Xirîstiyan 60 – 70 malbat in, hemû ji sala 2014an ve li parêzgeha Neynewa di dema êrişa DAIŞê de derbeder bûne.

 

10 malbat di nav kabîneyên gerok de dijîn, keşeyek li Silêmaniyê ji bo bidawîbûna vê rewşa dijwar a awareyên Xirîstiyan dua dike.

 

Keşe Yans Pîtzold dibêje: “Em weke Xirîstiyan, bêguman dua û daxwaza aştiyê ji bo welatê xwe dikin. Em hêviya pêşketina pêvajoya siyasî ya welat jî dikin. Em hêvî dikin ku hemû xelkê Iraqê bi hev re kar bikin, bi taybetî ji bo siberoja xortan.”

 

Piştî şerê DAIŞê, Herêma Kurdistanê li gor Iraqê aware û penaberên herî zêde li xwe girt. Dema şerê DAIŞê jî bi dawî bû, ji wan welatiyên Xirîstiyan gelek kes vegeriyan Qereqûş û Başîk û Bertile û Tilkêf û Tilisqof. Ji ber neseqamgîrî û kêmbûna xizmetguzariyan jî, hejmareke kêm ji wan welatiyên Xirîstiyan vegeriyane Mûsilê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst