Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê amadebaşiya seranserî ragihand

13-12-2018
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê Amadebaşî Tirkiye Erdogan Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî gefên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên di derbarê destpêkirina operasyoneke serbazî li dijî hêzên Kurdî li herêmên rojhilatê Firatê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) amadebaşiya seranserî ragihand.

 

Medyayên nêzîkî Rêveberiya Xweser daxuyaniyek belav kirine, ku têde Rêveberiya Xweser seferberiya giştî ragihandiye û daxwaz ji hikûmeta Sûriyê, NATO û civaka navdewletî jî dike, ku li hember gefên Erdogan hewlêsteke fermî nîşan bide.

 

Di daxuyaniyekê de,  îdareya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefên Serokomarê Tirkiyê ji bo ser rojhilata Firatê şermezar kir û daxwaza seferberiya giştî li navçeyên di bin kontrola rêveberiyê de kir.

 

Rêveberiya Xweser daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir, ku helwêsteke fermî li dijî gefên Tirkiyê yên bo encamdana operasyoneke din a serbazî di nav axa Sûriyê de nîşan bide û da xuyakirin, gefên Tirkiyê ji bo perçekirina axa Sûriyê ne.

 

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatiye gotin, ku Erdogan dixwaze Sûriyê dagîr bike û serweriya Sûriyê binpê bike.

 

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de, Rêveberiya Xweser daxwaz ji ccivaka navdewletî, NATO û hêzên demokrasîxwaz ên li navçeyê û cîhanê dike, ku li dijî gefên Erdogan rawestin.

 

Rêveberiya Xweser dibêje jî, ew dê bi hemû hêza xwe li dijî wê gafa Tirkiyê rawestin û ew dê li ber xwe bidin.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh di daxuyaniyekê de gotibû, ku di çend rojên bê de Tirkiye dê operasyoneke serbazî li herêmên rojhilatê Firatê li dijî hêzên Kurdî dest pê bike. Erdogan gotibû, wan amadekariyên jibo operasyonê temam kirine û tekez kiribû, ew di vê operasyonê de hêzên Amerîkayê yên li herêmê nakin armanca êrîşên xwe.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst