Kurê xwe perçe perçe kir û xiste çalê de

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Myandaw a parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê, piştî derbasbûna 70 rojan bi ser wendabûna ciwanekî de, termê wî bi awayeke parçekirî di nava çalekê de hate dîtin.

 

Li bajarê Myandaw a Urmiyê, karmendên agirvemirandinê di çalekê de perçeyên termê gencekî derxistin. Li gorî lêkolînên polîsan ew kes bi destê bavê xwe hatiye kuştin.

 

Medyayên lokalî dan zanîn, ku di dema lêpirsîna polîsan de bavê wî li xwe mikûr hatiye, ku kurê xwe kuştiye, leşê wî perçe perçe kiriye û xistine nava çalekê 15 metre kûr de.

 

Piştî ku polîsan tîmên agirvemiranê agahdar kirin, termê wî kesî di nav çalê de hate derxsitin û şandine pizîşkê dadî.

 

Polîsê Myandawê sedema vê tawanê eşkere nekiriye lê ragihandiye, ku lêkolîna li ser bûyerê berdewam dike.

 

(N.S)