Zinar ket ser rêya Dêrsim-Erzîncanê

13-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Li gundekî bajarê Dêrsimê, zinarên mezin ketin rê ji ber wê jî rê ji ber hatin-çûnê hat girtin.

Îro li gundê Dokuzkayayê ku 40 km dûrî bajarê Dêrsimê û li ser rêya Dêrsim û bajarokên Pulumir û Erzîncanê ye, zinarên mezin ji çiyayê derdora rê daketin ser rê ji ber wê jî rê hat girtin.

Şofêrekî TIRê bi navê Remezan Karsli ku bajar ji Amedê dibir Orduyê, got, ez 15-20 saniyeyan beriya ku ew zinar bikevin ser rê, ji wir derbas bûm. Karsli her wiha got, destpêkê min got qey erd hejiya lê paşê min dît zinar ketine ser rê.

Tîmên vekirina rê dest bi xebata vekirina rê kirin ji ber wê jî gellek otomobîl, kamyon û TIR li benda vekirina rê man.




Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst